ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN 2023-11-23 09:00:42     * Endama NAR'ê Rosy Monakiyê diyar kir ku li dijî diyarkirina çarenûsa xwe ya jinan polîtîkayên tirsnak tên sepandin û got: "Li Yewnanistanê tevgera femînîst a radîkal bihêz dibe. Tehemûla me ji bo çanda destdirêjiyê, ji bo tundî, îstîsmara zayendî û tacîzê tune ye. Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin."    * Li Wanê kesên teqawidbûyî anîn ziman ku çavkanî ji bo şer tên xerckirin û gotin ku bi meaşê heyî nikarin debara xwe bikin.    * Helbestvan-nivîskar Fadil Ozturk ku ji ber wêne û helbesta ku li ser medyaya sanal belav kir tevî hevjîna xwe hat binçavkirin û paşê serbest hatin berdan, got: "Armanca sereke ya van zextan bitenêhiştin e û afirandina civakeke kole ye."    * Rêveberê Pargînê ya di bin banê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser de xebatên çandê dike, Îbrahîm Feqe diyar kir ku bi xebatên Pargînê ew dixwazin kevneşopî, çand û dîroka civakê ya komînal lêkolîn bikin, bi parêzin û derbasî nifşên nû bikin.      * Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier anî ziman ku ya tê xwestin bê krîmînalîzekirin îtiraza jinan e û got: "Ji ber ku em li dijî jin û civaka muhazifekar a tê xwestin bê afirandin rabûn, em hedef hatin girtin."   * Dengbêj Hediye Alkan destnîşan kir ku dengê jinê yê ku dixwestin qût bikin, bi yekem serhildana jinê ya dengbêjiyê, belavî her çar aliyê cîhanê bûye û got: “Dengbêjî serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr e, ji yek bingehên têkoşînê ye.”   * Hevserokê Şaxa SES a Êlihê Cîhan Tuzun anî ziman ku ger çirava ji ber lehiyê li hin taxên Êlihê çêbûye di wext de neyê paqijkirin dê nexweşîn ji wan çêbibin.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin, dê berdewam bike. (10.00)   * Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê li Serhedê serdanên xwe didomîne, dê li Erdexanê tev li civîna gel bibe. (11.00-17.00) ZINDΠ   * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmoglûllari, dê li Hatayê bi jinan re bicive. (11.00-21.00)   * Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, dê têkildarî binçavkirinên endam û rêveberên partiya xwe li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê dê bi armanca bertekê nîşanî biryarên darazê bidin li ber Edliyeya Îzmîrê Nobeta Edaletê bigirin. (12.30-13.30)   * Şaxa OHD’A Amedê û TUAY-DER’a Amedê têkildarî neberdana girtiyan dê li avahiya MED TUHAD-FED’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Lijneya Koordînasyona Êlihê ya TMMOB’ê dê têkildarî îxmalên ji ber lehiyê pêk hatin li Şaxa Odeya Avahîsazan civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)    * Têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê dê li gelek bajaran çalakî û aktîvîteyan li dar bixin. (14.00-19.00)   * Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dê “Lîstika Sîberê” ku amaedekirine li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê pêşkeş bike. (19.00)