Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn 2023-11-22 16:15:08   AMED - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin,  di civîna têkildarî nelirêtiyên şaredariyên Rezan û Peyasê de axivî û pergala qeyûman wiha pênase kir: “Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî şaredariyên Rezan û Peyasê yên Amedê ku bi bûyerên nelirêtî û bertîlê di rojevê de ne, civînek li dar xist. Civîn, li hotêleke navçeya Sûrê hat lidarxistin û hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û encamên meclisa şaredariyê tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Nelirêtiyên qeyûman” hatibû daliqandin.    Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin di civînê de got ku êdî nelirêtiyên qeyûman ewqas zêde bûne ku îktîdar jî nema dikare veşêre. Yildiz, bi bîr xist ku cara ewil di sala 2015’an de qeyûm hatin tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Van qeyûman polîtîkaya texrîbkirina aboriyê meşandin. Qeyûmên piştî sala 2019’an jî sepana qirkirina çandî xistin meriyetê. Qeyûman li Kurdistanê rant derxistin pêş û neguhezbarên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kirin.”    NELIRÊTIYÊN LI REZAN Û PEYASÊ   Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî qala kiriyarên qeyûmên Rezan û Peyasê. Demîr, ji bo pergala qeyûman pênaseya “Şêlandina herî modern a sedsala 21’emîn” kir û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de HDP’ê li Rezanê ji sedî 70’ê û AKP’ê ji sedî 25’ê dengan stand. Ji 37 endamên meclisê 30 jê HDP’î û 7 jî AKP’î bûn. 17 kes li şûna endamên HDP’î hatin tayînkirin. Piştî hinek hevalên me li peywirê hatin vegerandin, AKP bi 20 endaman li meclisê serwer bû. Bi vê yekê re êdî bi rehetî nelirêtî dikir. Çend roj berê Midûrê Îmarê yê Rezanê û Cîgirê Şaredar li ser sûc hatin girtin.”    Bi domdarî Demîr daxuyand ku Şaredariya Rezanê tevî îtîrazên endamên HDP’ê jî 40 biryarên îmarê erê kirine û wiha pê de çû: “Me ev biryar lêkolîn kirin. Di 20’ê sibata 2020’ê de mewzûateke nû ya îmarê anîne. Bi vê mewzûatê re guherînên girêdayî parselê ji hêla şaredariyê ve nayên kirin lê yên girêdayî adayê dikarin biguherînin. Lê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin li gorî vê mewzûatê tevnegeriyan. Di van 40 biryarên ku endamên me li dijî wê îtîraz kirine de jî li gorî mewzûatê tevnegeriyane.”    STASYONÊN SOTEMENIYÊ YÊN LI DIJÎ ÎMARÊ    Di berdewamê de Demîr diyar kir ku stasyonên sotemeniyê bi awayekî dijî mewzûatê ji bo şexsan taybet hatine çêkirin. Demîr, bal kişand ser nelirêtiyên li Mêrdîn, Êlih û hwd. û wiha pê de çû: “Sedema kesên di lehiya li Êlihê de jiyana xwe ji dest dayîn jî ev nelirêtî ne. Xebatên binesaziyê yên li ser rêgeha rûbarî nehatine temamkirin û ev jî bû sedema mirina mirovan.”    Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn jî li ser gotina AKP’iyan ku dibêjin “em ê dîsa qeyûman tayîn bikin” sekinî û wiha derbirî: “Bi van gotinan dixwazin bikin ku gel neçe ser sindoqan. Em ê bikevin hilbijartinê û bi ser kevin.”    Civîn, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.