Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê 2023-11-22 15:47:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên rêxistinên saziyên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê. Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari di serdanê de got ku di 10’ê kanûnê de li Kadikoyê bin.    Şandeyeke ji Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyan Mûstafa Aslan, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe, Serokê Federasyona Canlar a Elewiyan Zeynel Şahîn, Seroka Komeleya Çandê ya Elewiyan Seher Şengunlu, Serokê Weqfa Çanda Haci Bektaş a Anatoliyayê Ercan Geçmez, Hevseroka Komeleya Demokratîk a Elewiyan Kadriya Dogan û nûnerên Federasyona Elewî Bektaşiyan pêk dihat çû serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelen (HEDEP).    Şande ji hêla Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyan Mûstafa Aslan di serdanê de axivî û got ku roj bi roj pêvajo ji hêla siyasî û hiqûqî ve girantir dibe. Aslan, domand: "Xelk êdî li ber xeniqînê ye. Di bin Wezareta Çand û Tûrizmê de Serokatiyek hate avakirin. Bi destê vê Serokatiyê li gundan hin xebatan didin meşandin. Li dijî pergala perwerdeyê têkoşîna me ya salan heye. Dozên me yên ku em bi ser ketine ji hêla desthilatê tune hatin hesibandin. Niha jî dersen olê li me ferz dikin. Bi projeyên ÇEDES û mîna wê olê di her qadake jiyanê de didin ferzkirin.”   PÊDIVIYA ME BI HEDEP’Ê HEYE   Di berdewama axaftina xwe de Aslan der barê xebatên xwe de ev tişt anî ziman: “Me bi Şaxa Egîtîm Sen a Îzmîrê re mitîngek li dar xist û me got ku ev gava yekem e. Em ê di 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan de bi dirûşma 'perwerdeya laîk, jiyana mirovî' mitîngekê li dar bixin. Di vê hêlê de pêdiviya me bi piştgiriya HEDEP’ê heye.”   ‘EM Ê TEV LI MITÎNGÊ BIBIN’   Piştre jî Hatîmogullari ji bo serdanê spasiya şandeyê kir û destnîşan kir ku ew ê di 10’ê kanûnê de li Kadikoyê bin û bal kişand ser pirsgirêkên elewiyan. Hatîmogullari, ser polîtîkayên dewletê yên li dijî baweriya elewiyan sekinî û wiha got: “Mijar ne tenê ji bo stendina dengan e. Dixwazin elewiyên bi komkujiyan tune nekirine, bi asîmîlasyon û girêdana xwe ve xelas bikin. Encama asîmîlasyonê divê em bi awayekî cidî bigirin dest. Em pê dizanin ku AKP dixwaze hemû baweriyan di bin senteza tirk-îslamê de bihelîne. Dema ku jinên tirkiyeyê di mijara dersokê de têdikoşiyan, tevgera jinên kurd jî piştgirî da wan. Em dizanin ku mitînga hûn ê li dar dixin di vê hêlê de girîng e û em jî dê tev li mitînga we ya 10’ê kanûnê bibin.”