Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e 2023-11-22 12:59:22   ÎZMÎR - Rewşa nexweşê penceşerê Cemal Tanhan ê li Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê tedawiya wî didome her ku diçe girantir dibe. Nexweşiya wî belavî hestiyên wî bûye.    Tedawiya Cemal Tanhanê ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di 6'ê Mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hatibû berdan û dest bi dermankirina wî hatibû kirin, bi awayekî entube kirî berdewam dike.     Tanhanê 68 salî ku 30 salan di girtîgehê de ma, piştî felcî bû di 23'yê cotmehê de ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal û ji vir jî di 27'ê Cotmehê de sewqî Beşa Cerahiyê ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê hatibû kirin. Tanhanê teşxîs hat danîn ser ku pençeşêra lê peyda bûye, di asta çaran de ye, nexweşiya wî belavî hemû laşê wî bûye û di pêvajoya tedawiyê de hatiye asta ku êdî nikare biaxive.    Keça wî Ayşe Tanhan a di nexweşxaneyê de bi bavê xwe re ye, agahiyên dawî ku bijîşkan têkildarî rewşa bavê wê de dane wê parve kirin.    ‘JI BO BERDANA WÎ HETA KÊLIYA DAWÎ SEKINÎN’    Tanhan, da zanîn ku li gorî agahiyên bi wan re hatine parvekirin, hucreyên penceşêrê heta hestiyan belavî laşê bavê wê bûne û wiha got: “Piştî ku bijîşkê wî hate guhertin, ji me re gotin ku ‘ji bo tedawiyê dereng man e’. Dema min got bavê min girtî ye wî jî ji min bawer nekir. Ji bo bavê min tedawî bibe di demê xwe de neanîn nexweşxaneyê. Heta kêliya dawiyê sekinîn. Ji bo ku tansîyona wî jî pir kêm e em nikarin sewqa wî jî pêk bînin. Dema roja ewil entube kirin, gotibûn çend rojên wî mane. Lê bavê min hêj dijî. Em jî bi heviyekê li bendê ne ku baş bibe.”