Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin 2023-11-22 12:44:21     ÊLIH - Sekreterê ÎKK’a TMMOB’ê Vahdettîn Tuzun bal kişand ser îhmalên di karesata lehiyê ya li Êlihê de û wiha got: “Di rapora AFAD’ê ya sala 2021’an de qala xetereya lehiyê hatiye kirin lê ji bo vê tu tevdîr nehatine girtin.”    Di 19’ê mijdarê de li Taxa Seyîtler a Êlihê ava qenalê serde avêt û lehî rabû. Di lehiyê de Lalîhan Guner û neviyên wê Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Guner (9) jiyana xwe ji dest dan. Di “Plana Kêmkirina Rîska Afetê ya Bajar a Êlihê” ya sala 2021’an a AFAD’ê de hatibû bibîrxistin ku di encama barîna barana zêde ya di 29-30’ê cotmehê û 1-2’yê mijdara sala 2006’an de lehî rabûn û li bajar 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat gotin ku di van lehiyan de xesara madî/hilweşîn gihişt bi hezaran mal û kargehan û bi hezaran sewal telef bûne.    Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber xetereya lehî û rabûna avan, di encama etûtên hatine kirin de rapora etûta jeolojîk hatiye amadekirin û li gorî vê yekê; qadên li taxên Kismet, 19 Mayis, Çarşi, Akyurek, Huzur, Yeşîltepe, Çay, Îluh, Hurriyet, Karşiyaka û Petrolkentê bi Biryara Lijneya Wezaretê weke Herêma Ber Afetê Ketî (AMB) hatiye ragihandin û îkameta li van qadan hatiye qedexekirin.    Bi domdarî di raporê de sedema lehiyên li navenda bajar rabûn wiha hatin rêzkirin: “Avadaniyên li ser rûbar hatine çêkirin ji ber rusubata ji membayê hatine yan jî ji ber xitimîna wan, bi kapasîteya xwe nexebitîne; ji van avadaniyan hinek jê bênavber nexebitîne; ji ber bajarvaniya bêplan û avahiyên di rêgeha rûbar de hatine çêkirin; ji ber ku ji rêgeha rûbar melzeme hatiye standin û berê rûbar hatiye guherandin û morfolojiya rûbar hatiye xerakirin; melzemeya li rêgeha rûbar hatiye valakirin û kapasîteya rûbar hatiye kêmkirin; baranên zêde yên jinişka ve bariyan û bicihneanîna şertê Mansapê.”    TEXRÎBATA KU DÊ PÊK WERE TÊ DE CIH GIRT   Di raporê de her wiha têkildarî texrîbata îxtîmalî jî wiha hatiye gotin: “Ji ber bajarvaniya bêpergal a li navenda Êlihê û kêmasiyên di binesaziyê de, di barînên herî biçûk de jî li gelek deverên bajar jiyan disekine. Heke av rabin an jî lêhî çêbibin, dê rûbarên biçûk ên ji taxên Petrolkent û Karşiyakayê û ji quntarê Bati Ramanê ber bi Rûbarê Iluhê ve biherikin. Ji ber bajarvaniya bêplan û binesaziya qels, ev rûbar beriya bigihijin Rûbarê Iluhê dê rê li ber texrîbatan vekin. Dê ava li bakurêrojhilatê Êlihê jî ber bi Taxa Petrolê ve biherike û li cihên hinek çal kom bibe. (Mîna lehiyên di sala 2006’an de li navenda bajar çêbûbûn.)    Ji bo islehkirina Rûbarê Şakuliyê xebat hatine kirin lê ji ber avahiyên li ser rûbarên Savaro û Aşagikonakê rêgeh nehatine vekirin û xebatên islehkirinê nehatine kirin. Têkiliya rûbarên Savara (Grêsavaro) û Aşagikonakê bi Rûbarê Iluhê re nînin lewma ava ji quntarê Bati Ramanê nagihije Rûbarê Iluhê û ev yek dê li taxên Petrolkent û Karşiyakayê rê li ber lehiyan veke. Lewma divê pêşiya rêgehên rûbaran tavilê bên vekirin.”    PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ   Di raporê de pêşniyarên çareseriyê jî wiha hatine rêzkirin: “Heke projeya qenala sereke ya avdaniyê ya milê çepê ya Êlihê bi awayeke ku dora bajar bigire were çêkirin û dreneja Çemê Êlihê were kirin, ev yek dê bike ku li navenda bajar xetereya lehiyê dakeve asta herî jêr. Di çarçoveya xebatên başkirinê ya di membasa rûbarên biçûk ên li navenda bajar û Rûbarê Iluhê de dikare xebatên depokirinê were kirin ku ev yek dê bike ku di dema lehiyan de xesareke pir biçûk bigihije navenda bajar. Ji bo rêya rûbarên biçûk ên daxilî Rûbarê Iluhê dibin bên vekirin, divê malên li kêleka Rûbarê Iluhê ku nahêlin rûbarên biçûk biherikin, bên xerakirin. Heke Rûbarê Iluhê bi sedemên weke (herifîna pir û dîwaran û hwd.) bê astengkirin, dê Rûbarê Iluhê rabe û li jîngehan rê li ber xesarê veke. Ji ber vê yekê divê li rexên rast û çepê, şirîda emniyetê were çêkirin. Ji ber vê yekê, divê avahiyên 50 mîtroyan nêzî rûbar hatine çêkirin bên valakirin û sererastkirin. Rêyên li ser rêgeha rûbar hatine çêkirin ji ber ku li gorî nêrîna saziya me nehatine çêkirin, xetere ne. Divê Rûbarê Avşo ku xwedî hewzeyeke berfirehe divê demildest bê islehkirin. Divê têkiliya Rûbarê Çayê û Rûbarê Iluhê were çêkirin. Hewceye rûbarên Savaro û Aşagikonakê girêdayî Rûbarê Iluhê werin kirin û berê avên ber bi Rûbarê Iluhê ve jî bidin rûbarî.”    Her çend ku di rapora du sal berê de hişyarî û pêşniyarên çareseriyê hatibin kirin jî, şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de û saziyên din li dijî van xetereyan tu tevdîr negirtin. Vê jî bi xwe re karesata dawî anî.    Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Vahdettîn Tuzun got ku terkexemiyên li pey hev rê li ber mirinan vekirine.    ‘POLÎTÎKAYÊN QEYÛM BI XWE RE ÇARESERIYÊ NAYÎNE’    Tuzun, bi bîr xist ku beriya niha jî li bajar karesata lehiyê çêbûbû û wiha got: “Diviya bû karesatên berê ji bo me bûbûna ders lê me wisa nekir. Di sala 2006’an de jî karesateke mezin çêbû. Bi sedan rapor hatin amadekirin lê tevek jî hatin paşguhkirin. Polîtîkayên li ser esasê rantê bajar anî vî halî. Di esasê xwe de em dibêjin polîtîkaya qeyûm. Me careke din dît ku polîtîkaya qeyûm li vî bajarî polîtîkayê nahilberîne. Bûn sedema mirina mirovan û xesarên mezin.”   BI RAPORA AFAD’Ê NEKIRIN   Tuzun, bal kişand ser rapora AFAD’ê ya sala 2021’an û ev tişt anî ziman: “Tevî hişyariyan jî tu tevdîr nehatin girtin. Em dizanin ku tu analîzên xetereya lehiyê nehatin kirin û bi raya giştî re parve nekirin. Tevî karesata lehiyê ya sala 2006’an jî tu tevdîr nehatin girtin. Mixabin bajarvanî û xizmeta şaredariyê tenê çandina çendek daran û çîçekan nîne. Heke tevdîr bihatina girtin dê zarok îro li baxçeyên malên xwe bilîstina. Di sala 2018’an de li ser Rûbarê Grêsavaro xebatên menfezê hebûn. Li holê îhmal heye. Her wiha meteorolojiyê hişyarî da lê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de tu tevdîr negirt. Her devera bajar di bin avê de ma. Li bajar texrîbateke mezin heye. Careke din xuya bû ku binesazî pir qels e.”   ‘HETA DANEYÊN ZANISTÎ NEBIN DIVÊ XEBATÊN ÎMARÊ NEYÊN KIRIN’    Tuzun, destnîşan kir ku di biryarên bandorê li pêşeroja bajar dikin de li şûna pisporan, kesên rantxwir didin û wiha pê de çû: “Divê kesên xwedî liyeqat li ser kar bin. Nexwe encam wiha dibe. Dema qeyûm tê tayînkirin, xelk nikare xwe bigihîne wî. Walî û qeyûm nikare bi tena serê xwe vî bajarê birêve bibe. Piştî lehiyê jî yekser gotin; ‘werin em tavilê li vir xebatekî îmarê bikin.’ Ev yek, tenê polîtîkayên rantê ne. Dema xebatên îmarê ji daneyên zanistî dûr û ji rêgezên endezyariyê bêpar tên kirin, mixabin encamên wiha dibin. Divê bêyî raporên lehiyê û daneyên zanistî xebatên îmarê neyên kirin.”    ‘TEVAHIYA BAJAR DI BIN XETEREYÊ DE YE’   Herî dawî jî Tuzun wiha got: “Divê planên ne bi armanca rantê û li lgorî rêgezên endezyariyê bên çêkirin. Li gorî raporên zanistî, gelempariya navenda Êlihê di bin xetereyê de ye. Divê binesaziya bajar jî li gorî îstatîstîkên barînê ya meteorolojiyê bê çêkirin. Em ê têkildarî karesata dawî raporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Me çavdêrî û tespîtên xwe kirin. Dê raporê bi hemû saziyên têkildar re parve bikin. Divê em ji bo xwe bikin ders û tevdîran bigirin.”   MA / Rûkiye Adiguzel - Fethî Balaman