Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin 2023-11-22 12:01:24 QERS - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê li Qersê tev li civîna gel bû, diyar kir ku bajêr mozaîka Tirkiyeyê ye û anî ziman ku dê di hilbijartina herêmî de ne tenê li Kurdistanê li her derê stratejiya ku gel tê temsîlkirin bişopînin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan ê li herêma Serhedê serdanên xwe didomîne, piştî Agirî û Îdirê îro li Qersê tev li civîna gel bû. Bakirhan û kesên pê re ku di saetên serê sibê de di ketina navçeya Qaxizmanê de hatin pêşwazîkirin, pişt re derbasî navçeya Dîgorê bûn. Bakirhan ê li vir bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat hate pêşwazîkirin li bajarokê Bazarcixê gel silav kirin. Bakirhan, pişt re derbasî eywana ku civîn dê lê bê lidarxistin bûn. Bakirhan, di civîna ku bi sedan kes tev li bûn de, geşedanên di rojevê de nirxandin.   ‘QERS TAM JÎ HEDEP E’    Bakirhan, diyar kir ku Qers mozaîkeke Tirkiyeyê ye û wiha got: “Qers tam jî HEDEP e. Qers tam mozaîka Tirkiyeyê ye. Cihekî ku azerî, terekeme, niştecih, malakan, ermen, tirkmen, çerkes, kurd, sunî, elewî an ku gelek netew û baweriyên li Tirkiyeyê hene lê dijîne ye. HEDEP jî weke Qersê ye. HEDEP jî mala xizanan, bindestan, ciwanan, jinan, netew û baweriyên cuda ye. Dema dibêjin HEDEP Qers tê bîra min.”   ‘SEDEMA KU WELAT DI VÎ HALÎ DE BE DESTHILAT E’    Bakirhan, anî ziman ku kapîtalîzm di nava krîzeke mezin de ye, kapîtalîzm krîz e û wiha berdewam kir: “Tirkiye jî ji vê krîzê ne bê par e. Tirkiye bi krîzan hildiweşe. Tirkiye di warê aborî, demokrasî, mafên mirovan û nirxên demokratîk de ji her demê bêtir di nava rizînekê de ye. Sedema bingehîn ku welat bikeve vî halî desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Serokkomar Erdogan dibêje ‘bawermend ew e ku di nava xizaniyê de sebir bike’. Bila rojekê jî qesr sebir bike, lambeyên xwe veneke, kalorîferên xwe pê nexe, bi rojekê bi şorbeyê, bi nan û penîrî Qesrê îdare bikin, bila pişt re bawermend sebir bikin. Bila lobiyên faîzê sebir bikin, rojekê faîzê negirin. Bila baronên şer rojekê sebir bikin. Kesên dixwazin em di nava xizaniyê de sebir bikin, mixabin sebir nakin.”   ‘EM Ê ÎTÎRAZ BIKIN’    Bakirhan, da zanîn ku aboriya Tirkiyeyê ji her demê bêhtir hatiya pûçkirin û wiha lê zêde kir: “Pêkanînên qeyûman ku vîna me xesp kirine, nîşaneya herî baş a vê yekê ye. Pêkanînê qeyûm ên li Qersê û her çar aliyê Tirkiyeyê didomin. Divê em li dijî vê pergala talan û derewan îtîraz bikin. Çend qet zêdetirî nifûsa Qersê îro li metropolên Tirkiyeyê dijîn. Di karên xizmetê de, di înşaetan de hewl didin debara xwe bikin. Bila ewilî van rêyên koçê bigirin, bila li Qersê jî kar û derfetên kar hebin. Lê Qers ne di xema wan de ye. Qers ji aliyê sosyo-aboriyê ve li Tirkiyeyê yek ji bajarên li herî dawiyê ye. Razemenî nîne, kargeh nîne yên heyî jî firotin. Em bi xizaniyê re rû bir û ne. Divê ev xizanî ji holê rabe. Em ne mehkûmî vê pergala bi her awayî me tune dihesibîne.”   TAYÎNKIRINÊN QEYÛMAN Û HILBIJARTINÊN HERÊMΠ   Bakirhan, qala pergala qeyûman û hilbijartina herêmî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêşiya me de hilbijartina herêmî heye. Em ê qeyûmê Qersa ku vîna wê hate xespkirin û qeyûmên din bişînin wê qesra mezin. Em ê êdî li rojavayê Tirkiyeyê ku gelê me bi hejmareke zêde lê dijî jî rêbazekê diyar bikin ku gelê me di rêveberiyan de cih bigire. Divê gelê me ne tenê li Kurdistanê li her derê bê temsîlkirin. Di hilbijartinan de dê stratejiya me ev be. Qeyûm tayînî vîna azerî, terekeme, kurdan, jinan, kedkaran kirin. Qeyûm nirxên Qersê, malên piştevaniyê yên jinan, malperên weşanên kurdî dikin girtin. Qeyûm dijminê kurd û jinan e. Ne tenê li Qersê li her derê ku qeyûm tayîn kirin re siyaseteke dijminane meşandin. Ez pê bawer im ku şoreşger, welatparêz, jin û ciwanên Qersê dê sileyeke mezin li hişmendiya qeyûm bidin.”   ‘QERS YA ME YE’   Bakirhan ê got ku “Qers ya me ye. Qers ya dizan û ya zaliman nîne. Qers ya gelan e, ya kurdan e, Qers ya azerîyan e, ya terekemeyan e, ya elewiyan e, ya jinan e, ya ciwanan e” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li bajêr dinêrin, mereq dikim ku qeyûm çi karî dike. Cade ji çalan derbas nabe, peya rê tune ne. Li Qersê hêj av nîne. Çemê Arasê derbas dibe, li derdorê bendav hene lê av nîne. Binesazî nîne, razemenî nîne. Nirxên mîrateyên çandî yên weke Aynali Koşkê tên pêşkeşkirin. Qeyûm bey şûna ku tu bidizî, pêşkeş bikî, tesîsa parzînê ya çopî ava bike, kê destê te girtiye! Li Karakûrtê bendavek çêkirin, gotin em ê derbasî çandiniya biavî bin, ji ber bendavê gundî nikarin bên Qamûşanê, rêya beriya niha 20 deqîqe bû derketiye 2 saetan û gundî neçar dimînin diçin Xoresanê. Dikandarên Qamûşanê hatine asta ku dikanan bigirin. Dîsa sewalkarî ber bi tunebûnê ve ye. Bacên alîgiran, krediyên wan tên efûkirin lê ji qersiyên xizan re ji gundiyan re ji kesen sewalvaniyê dikin re kredî nîne. Heke bê dayîn jî bi faîzeke mezin tê dayîn û dema nekarî bide jî traktora wî tê hacizkirin. Ji ber vê yekê li holê ye ku derdê van ne Qers, xizan û kedkar in.”    ‘EM NE BÊHÊVÎ NE’    Bakirhan, diyar kir ku qersî li Qersê ji dayik dibin û di rêyên Erziromê de jiyana xwe ji dest didin û ev tişt gotin: “Ka desthilata AKP’ê da vê qederê biguherîne? Qaşo fakulteyeke tipê li vir hate avakirin lê xwendekarên wê nînin. Xwendekarên wê hebin jî akademisyenên wê nînin, bijîşkê pispor nîne. Ev ne qedereke. Ya ku ev qedere li me kir bela desthilata AKP’ê û MHP’ê ye, feraseta rantkar û rizî ye. Em ne bêhêvî ne. Ji ber ku xwediyê dozeke mafdar in, em bawer dikin, têdikoşin, em ê teqez vê pergala heramî hilweşînin, biguherînin. Em ne bêhêvî ne, kesên sed sal in nikarin zimanê me asimile bikin, ji niha û şunde jî nikarin asîmîle bikin. Em ne bêhêvî ne ji berk u şoreşgerên qersî, kurd, azerî, terekeme, jin û ciwan li pişt me hene. Ev hemû ji bo ku em bi hêvî bin sedemên têrker in. Em ne bêhêvî ne ji ber ku li Rojava şoreşeke gel bi hev re dijîn, di serî de Tirkiye ji her derê cîhanê re bûye hevî heye. Ji ber vê yekê hûn jî bi hêvî bin. Em ê qeyûman bişînin. Em ê heta ku vir bikin baxçeyê gelan têbikoşin.”   ‘EM TIFAQA QERSÊ AVA BIKIN’    Bakirhan, diyar kir ku divê tifaqeqe Qersê ku li Tirkiyeyê bibe mînak were avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi şev û roj bixebitin û deriyekê lê nedin û destekî negirin namîne. Em ê biçin cem kesên ku deng nadin me jî. Em ê biçin cem kedkaran, bindestan, KHK’iyan, kesên bêkar. Em biçin cem kesên dibêjin ‘bila li Qersê aştî pêk were, bila ev mozaîka li Qersê bijî’. Em biçin cem jinan, dikandaran. Em ê vê pergala nelirêtiyê vebêjin. Em ê herî dawî bibin xwedî pêvajoyeke tejî serkeftî. Heke Qers HEDEP be, werin em li Qersê ‘Tifaqa Qersê’ ava bikin. Em îspat bikin ku rêveberiyeke herêmî ya şefaf, azadîxwaz û demokratîk a xwedî rêveberiyeke hevpar, têgihiştin û nirxan çawa dikare bi azeriyan, terekemeyan û kurdan were ava kirin. Em Qersê li Tirkiyeyê bikin modelek.”