Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e 2023-11-21 16:22:18   ERZÎNGAN - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îdia kiribû ku endamê HPG’ê Yûnûs Babayîgît di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Li ser pirsa malbatê, dozger ji malbata Babayîgît re got; “Di girtîgehê de ye lê dê destûr neyê dayîn ku bi tu kesekî re hevdîtinê bike.” Malbat, ji ber jiyana zarokê xwe bifikar e.    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya duh li ser hesaba xwe ya X’ê îdia kir ku endamên HPG’ê Yûnûs Babayîgît û H.G. li çoltarê navçeya Kemah a Erzînganê di êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Derheqê aqûbeta her du HPG’iyan de tu agahiyên cuda nehatin parvekirin.    Malbata Babayîgît, piştî daxuyaniya Yerlîkaya serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erziromê da. Ji malbatê re hate gotin ku cenazeyê Babayîgît li ATK’ê nîne. Piştre jî malbata Babayîgît çû Erzînganê û bi dozger re hevdîtin kir.    Têkildarî mijarê me bi xizmên Babayîgît re hevdîtin kir. Xizmên Babayîgît dan zanîn ku dozger ji wan re gotiye ku Babayîgît li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê tê ragirtin lê dê destûr neyê dayîn ku bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike.    Malbatê diyar kir ku ji ber jiyana zarokê xwe fikarên wan hene.