Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir 2023-11-21 15:06:18   ÊLIH - Li Êlihê Lalîxan Guner (54) û sê neviyên wê yên temenê wan di navbera 1 û 9 salî de ber ava lehiyê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku qenala avê ya li rex mala wan a bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina wan vekiriye.    Li Êlihê pêr êvarî ji ber barîna barana zêde li Taxa Seyîtler a Êlihê lehî rabû û Lalîxan Guner û nêviyên wê Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Guner (9) ên ber ava lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan. Hate fêmkirin ku Guner û her sê neviyên wê yên cenazeyên wan piştî çend saetan xebatên lêgerînê hatin dîtin, li mala di Kolana 3062’yan de bûne û ji ber ava lehiyê dîwarê xanî xerab kiriye ber bi ava lehiyê ketine.    Şopên karesata li taxê qewimî hêj dimînin. Hundir û derdora xaniyê ku beşek ji dîwarê wê hilweşiyaye, bi heriya ku ji ber ava lehiyê hatiye tejî bûye û veguheriye çiravekê.   Hemû malbatên ku li kuçeya 13 xanî lê hene dijîn xizmên hev in. Ji ber malbat piştî karesatê li wargehan hatin bi cih kirin li derdorê bêdengiyek heye.    ‘CENAZE LI BER ÇAVÊN ME ÇÛN’     Felemez Guner a ji malbata xwe 4 kes windakirin roja bûyerê vegot.    Guner, bi lêv kir ku saet 23.30’an de barîna baranê zêde bûye û tiştên pişt re qewimîn wiha vegot: “Min ji zarokan re got ‘haya we ji we hebe, cihê me ne xweşik e’. Mala zarokekî min li vir e. 3 zarokên wî hene. Ji mala wî ber bi aliyê me ve av hat. Av hemû kete hewşê. Bûka min û zarok li wir bûn. Ez çûm min zarok wergirtim. Bûka min jî bi lawe xwe re reviya. Bûka min a din û 4 zarokên wê man li wir. Ez qîr dikim kes nîne. Zarok rabûn ji mala xwe derbasî wir bûn û derî şikandin, bûka min û zarokên wê xelas kirin. Min li mala ku pismamê min lê dimîne nêrî cenaze hatin. Cenazeyên pîrê û neviyên wê. Dema cenaze hatin ber çavên min, min qîr kir.”   TÎMÊN ALÎKARIYÊ DERENG ÇÛN    Guner, anî ziman ku tîmên alîkariyê dereng çûne cihê bûyerê û wiha got: “AFAD piştî ku bûyer xelas û me xwe xelas kir hat. Di demê xwe de negihiştin ne dewlet ne jî kesên din. Piştî ku me cenazeyê xwe xelas kir û av sekinî hatin.”   QENALA AVÊ YA SERÊ WÊ BI BETONÊ GIRTINE BÛYE SEDEMÊ MIRINAN   Guner, bi lêv kir ku qenala avê ya li rex mala wan ku serê wê bi betonê hatiye girtin bûye sedemê mirinan.    Guner, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heke ew qenal vekirî bûya av nedihate vir. Ji ber serê wê bi betonê girtine av rast e rast hat evir. Tişteke ecêbe şaredariyê çawa wisa kiriye nizanim. Ava qenala ku valahî lê nemaye dê biçe ku? Ev kê kiribe mirin ji ber wê çêbûn. We mala min xera kir.”   QEYÛM GIRTÎ YE!   Hate zanîn ku di dema rêveberiya qeyûm de serê qenala avê ya Guner weke sedema mirinan nîşan da, bi betonê hatiye girtin.    Guner, diyar kir ku di rewşeke zor de ne û ev tişt gotin: “Em dixwazin demildest ji vê rewşê xelas bin. Cihekî ku zarokên min lê raze nîne, em 40 kes in. Li vir 13 mal hene, temamê 6 malan hilweşiya. Yên din jî nikarin bên bikaranîn. Em alîkariyê dixwazin.”