Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin 2023-11-21 10:42:07   ENQERE - Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.    Polîsan îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Enqereyê yê berê û endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Semra Demîr jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat zanîn ku binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hatin kirin.