Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin 2023-11-21 10:17:19   AMED - Menîce û Şeyhmus Yilmaz ên hevjînên hev bi îşkenceya kuçikê re rû bi rû mabûn. Der barê îşkenceyê de li polîsek doz hatibû vekirin û di rapora pispor a der barê polîs de hatiye gotin ku polîs "bêqisûr e."    Li Amedê di 31’ê gulana 2020’yan de Muhammed Emîn Cura li polîsê bi navê Atakan Arslan dabû û ew kuştibû. Ji bo Emîn cura bê girtin operasyon hatibû destpêkirin. Polîsan bi ser mala Menîce û Şeyhmus Yilmaz de girtibû û bi kuçikê îşkence li wan kiribû ew birîndar kiribûn. Paşê têkildarî vê îşkenceya bi kuçik der barê berpirsê kuçik polîs Serdar Gok de ji sûcê “wezîfeya cemaweriyê bi xerabî bikar aniye û bi qestî birîndar kiriye” doz hat vekirin. Di danişîna dawî ya dozê de têkilarî bûyerê rapora pispor hat xwestin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê ji Fermandariya Navenda Pewerdehiya Hesp û Kuçik a Leşkeriya Nevşehîrê rapora psipor xwest. Di rapora ku ji bo dadgehê hat şandin de hat îdiakirin ku polîsê bersûc ango polîsê bepirsê kuçik, “bêqisûr e” û kuçik jî “hatiye tahrîkirin.”