Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye 2023-11-21 09:28:21   AMED - Yasîn Guneş ku çatiya mala wî di encama bagera ku bi lehiyê re rabû, firiyaye da zanîn ku li dora 100-150 hezar lîre zirar gihiştiye wî û got ku hemû tiştên di hindirê malê de zirar dîtine.    Li Amed û Êlihê ji ber baranê lehî rabûn û di encama van lehiyan de li Amedê kesek, li Êlihê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji cihên ku lehiyê zerar dayê jî navçeya Farqîna Amedê ye. Li Taxa Xerziya (Tekel) li gel baranê bager jî rabû û çatiya malekê firand û li derdora 150 hezar lîre zirar da malbata Guneş.    ‘MESREFEK ZÊDE DERKETIYE’   Xwediyê malê Yasîn Guneş ku di karê înşaetan de dixebite, destnîşan kir ku bi baranê re bager jî rabû û di encama vê bagerê de çatiya mala wî firiyaye. Guneş anî ziman ku çatiya wan a ku firiyayî li malên cînaran û mizgefta ku li ber mala wî ye ketiye û xesarek madî daye cînaran. Guneş bi lêv kir ku derdora 100-150 hezar lîre zirara wî heye û wiha got: “3 sal beriya niha min çatî çêkir. Di hindir de gelek tiştê min yê malê zirar dîtine. Hemû zexîrêyên wan zirar dîtine û tev şil bûne. Zirarek mezin çêbûye û piştgiriyekê bidin me dê baş be. Mesrefek zêde derketiye.”