Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin 2023-11-21 09:14:19   STENBOL - Yek ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" hunermend Cevdet Bagca bi lêv kir ku Rojhilata Navîn ber bi tarîtiyeke mezin ve diçe û got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd ku dê vê hevsengiyê biguherîne, divê hemû derdorê bi berpirsiyarî tevbigerin.    Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û rojnamevan di nav de 78 kesan di 28'ê Cotmehê de hatin cem hev û deklerasyona "Banga Aştiyê" ragihandin. Di deklarasyonê de banga ji bo rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hat kirin. Yek ji îmzevanên deklarasyonê Cevdet Bagca, têkildarî girîngiya deklerasyonê axivî.    BARÊ LI SER MILÊ REWŞENBÎRAN   Bagca, bi lêv kir ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di serdemeke alozî re derbas dibe û anî ziman ku di pêvajoyeke bi vî rengî de helwesta rewşenbîran girîng e. Bagca, destnîşan kir ku deklarasyona wan jî têkildarî vê pêvajoyê ye û wiha got: "Li vê erdnîgariya li dijî rewşa nebaş pêdivî bi înîsyatîfeke rewşenbîrna hebû. Ev înîsyatîf kir ku em vê deklarasyonê ragihînin." Bagca, diyar kir ku ji ber zexta desthilatê û awayê serdemê rewşenbîr nikarin helwesteke zêde nîşan bidin û wiha domand: "Ne tenê rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl, sendîka û komele jî bi zorê xebatên xwe dikin. Barê rewşenbîran hinekî zêdeyî wan e, lê diviyabû vê yekê biqîrin û bînin ziman. Bi ya min ev deklarasyon hinekî jî ji ber pêdiviya diviyabû ev bar bê ragihandin, çêbû."    ‘PIRSGIRÊK GIRÊDAYÎ MESELEYA KURD IN'   Bagca destnîşan kir ku pirsgirêkên li welat rû didin rasterast girêdayî neçareserkirina meseleya kurd in û wiha lê zêde kir: "Ez yek ji wan mirovan im ku wiha bawer dikim ku meseleya kurd hem meseleya Tirkiyeyê hem meseleya Rojhilata Navînê hem jî meseleya cîhanê ye. Her ku ev mesele bê nixumandin dê wiha be. Meseleya kurd, ji roja komar hatiye avakirin heya niha heye lê dem bi dem wekî tune be hatiye nîşandan. Lê a rast ji dema avakirina komarê û tew ji dema dawî ya Osmaniyan ve meseleya sereke ya vî welatî ye."    'DIVÊ HER KES BI BERPIRSIYARÎ TEVBIGERE'   Bagca, bal kişand ku ger meseleya kurd bê çareserkirin dê hemû hevsengiyên li Rojhilata Navînê jî çareser bibin û wiha pê de çû: "Nedîtin û înkarkirin rêbazeke tarî ye. Meseleya kurd û aştiyê, tenê dikare di atmosfereke adil û demokratîk de bê nîqaşkirin û pênasekirin. Yanî kesên doza aştiyê dikin qasî di şert û mercên demokratîk û azad de nîqaş bikin, dê encam jî qasî baş bin."    Bagca, diyar kir ku erdnîgariya Rojhilata Navînê ber bi tarîtiyekê ve diçe û got: "Ev mesele bi şewqet û feraseta serdestan çareser nabe. Divê hemû kirdeyên vê meseleyê, hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin ji bo aştî û jiyana bihevre xwe bidin ber barî û berprisiyariyê hilgirin."   'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Bagca, destnîşan kir ku desthilat hewl dide ku meseleya kurd bi polîtîkayên neçareserkirinê bidomîne û got ku hewldana tepisandina ji bo aktorên çareseriyê heye. Bagca anî ziman ku tecrîda li girtîgehan nîşaneya herî mezin a vê yekê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê bi tu awayî mafên bingehîn ên mirovan bi awayekî bêhiqûqî neyên xespkirin. Helbet rakirina tecrîdê jî bi tena serê xwe ne bes e. Kî karibe wateyeke herî baş li vê pêvajoyê bar bike, divê astengiyên li ber wan bên rakirin."    Bagca, destnîşan kir ku deklarasyona wan di vî warî de watedar e û xwest hemû kesên dixwazin meseleya kurd û meseleyên din bên çareserkirin divê piştgiriyê bidin vê deklarasyonê.    Bagca, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê çapemenî û qadên sivîl ên din jî di vî warî de hesas tevbigerin. Ji lew re ev deklarasyon ajîteyê nake. Ev deklarasyon ji bo welat bêtir ber bi xerabiyê ve neçe qîrînek e."    MA / Îbrahîm Irmak