Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin 2023-11-20 11:04:14   ÊLIH - Yek ji 3 zarokên ber bi ava lêhiyê ketibûn Îsrafîl Guner ê 5 salî, mirî hate dîtin.    Li Êlihê hejmara miriyên ji ber ava lêhiya duh bi şev rabûye jiyana xwe ji dest dane, derket 2'yan. Barana zêde barî, hemû cade û kolanên li taxên Hurriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîtler di bin ava baranê de man.    Li taxa Seyîtler jina 54 salî Lalixan Guner ber bi ava lêhiyê ket û winda bû. Piştî lêgerînan Guner mirî hate dîtin. Dîsa di heman taxê de 3 zarokên xwîşk û birayên hev ku temenên wan di nava 1 û 9 salî de digûherin, ber bi ava lêhiyê ketin û winda bûn. Di encama xebatên peydakirina zarokan ên serê sibê dane destpêkirin de ji 3 zarokên winda, Îsrafîl Guner mirî hate dîtin.    Xebatên lêgerîna zarokên din, berdewam dikin.