Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir 2023-11-20 10:46:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê 18 bajar ji ber rewşa hewayê, bi qodên zer û porteqalî hişyar kir.    Midûrtiya Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 20’ê mijdarê parve kir û 18 bajar bi qoda zer û porteqalî hişyar kir. Li Anatoliya Navîn, Behra Reş û Enqereyê tê payîn ku dê berf û şilope bibare. Herwiha li bajarên Stenbol, Kocaelî, Yalova, Sakarya, Çankiri û Rihayê bendewariya baranê heye. Dîsa tê payîn ku dê li Êlih, Sêrt û bakûrê Serhedê, cih bi cih baraneke zêde bibare.    Ji bo bajarên Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Elezîz, Erzîngan, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş, Dêrsim, Şirnex, Erdexan, Artvîn, Mêrsîn, Kastamonû, Malatya, Rîze û Sînopê hişyariya qoda zer û porteqalî hate kirin.