3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin 2023-11-20 10:46:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed û Êlihê ya baraneke zêde lê barî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerînê yên 3 xwişk û birayên ku temenê wan di navbera 1 û 5 salî de û li navenda Êlihê ber lehiyê ketin, berdewam dike.    Di encama barîna barana zêde ya duh bi şev li gundên girêdayî navçeyên Pasûr, Hezro, Farqîn, Bismil û Licê yên Amedê çem rabûn. Av kete xanî û govên li kêleka çeman. Lehiya rabû, bandor li welatiyan kir û kesekê jiyana xwe ji dest da.    Piştî lehiya rabû li navçeyên Pasûr û Bismilê ji bo dibistanan rojekê betlane hate ragihandin.    ÊLIH    Barîna barana zêde ya duh bi şev li Êlihê bi bandor bû, bû lehî û bandoreke neyînî li jiyanê kir. Li navenda bajêr li Taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîtler kolan û cade bi avê tejî bûn. Av kete gelek mal û kargehan, hin ajokarên wesayîtan jî di rê de man.    Ji ber barîna barana zêde av kete Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê jî. Lalîhan Guner a 54 salî ku li Taxa Seyîtler dijî kete ber ava lehiyê û winda bû. Piştî çend saetan cenazeyê Guner hate dîtin. Cenazeyê Guner ji aliyê welatiyan ve ji nav avê hate derxistin.    Di heman taxê de îxbar hate kirin ku 3 xwişk û bira yên temenê wan di navbera 1 û 5 salî de ber ava lehiyê ketine û winda bûne.    LÊGERÎNA 3 XWIŞK Û BIRAYAN DIDOME   Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Êlihê ve hate kirin de hate diyarkirin ku xebatên lêgerîna her 3 zarokan didome û wiha hate gotin: “Ji malbateke 7 kesan pêk tê dayik, bav û 2 zarok bi awayekî birîndar hatin xelas kirin û 3 zarokên biçûk man di bin heriya mîtroyek û nîvan bilind bûyî ve de.”   Pitikeke di heman taxê de ber avê ket jî ji aliyê welatiyan ve hate xelaskirin. Hate zanîn ku pitikê rakirin nexweşxaneyê li beşa lênerîna awarte tê dermankirin. Dîsa Aysun Guner û Ceylan Guner ên ji aliyê welatiyan ve ji ava lehiyê hatin xelaskirin jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê. Hate ragihandin ku li navenda bajêr ji bo dibistanan rojek betlane hatiye ragihandin.