Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê 2023-11-20 10:11:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber rewşa hewayê, li gelek bajaran û navçeyan, betlaneya dibistanan hate ragihandin.    Ji ber baran, bager û barîna berfê li gelek bajaran ji bo rojekê betlaneya dibistanan hate ragihandin. Li Şîle ya Stenbolê ji bo dibistanên asta yekem û navîn rojeke betleneyê hate ragihandin. Dîsa li navçeyê jinên dûcanî, welatiyên astengdar û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene ku di saziyên cemaweriyê de dixebitin dê weke bi destûra îdarî werin hesibandin.   Dîsa li Şirnexê, navçeyên Kanîreş, Çerme yên Çewlîgê, Êlih, navçeyên Pasûr û Bismilê yên Amedê, Zonguldak, Bolû, navçeyên Akçakoca û Yigilca yên Duzceyê, navçeya Hendek a Sakaryayê, navçeya Amasra ya Bartinê, navçeyên Eflanî û Eskîpazar ên Karabûkê, navenda Sînopê û navçeyên Ayancik, Turkelî, Gerze û Erfelekê rojeke betlaneya dibistanan hate ragihandin.