Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn 2023-11-20 10:04:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çewlîgê 2 otobusên rêwiyan wergeriyan û qeza çêbû. Di encama qezayê de 22 kes birîndar bû.    Li Çewlîgê ji ber şertên hewayê yên nebaş qezayên trafîkê çêbûn. Li navçeya Kanîreşê otobûsa rêwiyan a bi pîleqeya 12 AJ 444 ku aydê firmaya Cesûr Bîngolê ye, li ser rêya Kanîreş û Erziromê wergeriya. Di qezayê de 15 kes birîndar bûn.    Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr.    Li ser rêyeke din li herêma Gundê Qirtuzî otobûsa rêwiyan a pîleqeya 42 ARG 61 ku aydê Metro Tûrizmê ye wergeriya di qezayê de 7 kes birîndar bûn.