Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne 2023-11-20 09:09:48   MEREŞ - Îsmaîl Horoz ê 70 salî ku mala wî di erdhejê de hilweşiya, tevî temenê xwe yê extiyar û nexweş jî neçar e ku malên xera bûne tamîr bike û pê debara xwe bike. Horoz got ku tu hêviya wî ji dewletê nîne.    Tevî ku 9 meh bi ser erdhejên di 6’ê Sibatê de li Mereşê çêbûn derbas bûne jî hê jî li herêma erdhejê jiyan veneguheriye rewşek asayî. Li herêma erdhejê hê jî pirsgirêkên wek hêwirînê, xwedîkirinê, tenduristiyêi hijyeniyê, ava vexwarinê, perwerdehiyê berdewam dikin. Avahiyên ku li benda hilweşandinê ne jiyana mirovan dixin metirsiyê. Li cihên ku kavil lê tên komkirin jî di warê qirêjkirina ava vexwarinê de rîskên cidî derdixe.    50 SAL KED DA MALA XWE LÊ XERA BÛ    Îsmaîl Horoz ê 70 salî ji navçeya Nûrheqê ya Mereşê ye û mala wî hilweşiya ye.  Ji ber ku dewlet berpirsiyariya xwe bi cih nayîne Îsmaîl Horoz tevî temenê xwe yê extiyar û nexweşiyên xwe jî li înşaetan dixebite û debara xwe dike. Horoz ê ku 50 salan xebitî ye û malê ji xwe re çêkiriye, mala wî di erdhejê de dixebite û ew û hevjîna xwe li derve dimînin. Paşê hevalek Horoz malek ji wan re dibîne û lê dimînin. Horoz li navçeyê di xaniyên ku tamîr dike de bi yewmiyê dixebite. Horoz diyar kir ku karê ku ew dike her roj nîne û piştî erdhejê piştevaniyek madî ya pêwîst negirtine û got: “Ji ber ku mala min xera bûye tenê 5 hezar lîre heqê kirê didin min. Ew jî wê kengê bê birîn nizanim. Ev 8 meh in em di nava perîşaniyê de ne.”    ‘TU HÊVIYEK MI JI DEWLETÊ NÎNE’    Horoz anî ziman ku sigortaya wî ya tenduristiyê nîne û wiha got: “Tu hêvî û bendewariya min ji dewletê nîne. Tevî ku ez 50 sal di karê înşaetê de xebitîm jî lê dîsa jî teqewîd nebûm. Mala min xera bû, tenê hewşa mala min ma. Nahêlin ku ez li şûna mala xwe ji nû ve xanî lê bikim. Heke destûrê bidin min ez ê xaniyê xwe çekim û bikevimê. Ez ji wan tiştekî din naxwazim. Pirsgirêkên piştî erdhejê qewimîn, pirsgirêkên dewletê ne. Heta niha min xêrek dewletê nedîtiye. Ez tevî vî temenê xwe jî hê dixebitim. Heke ez ne mecbûr bim ez ê nexebitim.”    MA / Ceylan Şahînlî