Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket 2023-11-20 09:06:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 205’an a Xwebûn bi manşeta “Li dijî tacîz, tecawiz, tundî û qirkirinê; Jin pêşengên jiyanê ne” derket. Rojnameyê bi minasebeta 25’ê Mijdarê têkoşîna jinan derxist pêş.    Rojnameya Xwebûn ku hefteyê carekê weşanê dike, bi manşeta “Li dijî tacîz, tecawiz, tundî û qirkirinê; Jin pêşengên jiyanê ne” derket pêşberî xwînerê xwe. Rojnameyê di vê hêjmara 205’an de, bi minasebeta 25’ê Mijdarê “Roja Têkoşîna jinan a li dijî tundiya li ser jinan”  cih da têkoşîna jinan a çar parçeyên Kurdistanê.     'HETA KU NETEWDEWLET HEBIN DÊ TUNDÎ BIDOME'    Rojnameyê di rûpela polîtîkayê de destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan li her aliyê cihanê her ku diçe zêdetir dibe. Rojnameyê cih da nirxandinên lêkolînera siyaseta Rojhilata Navîn û endama KJAR’ê Rojîn Mukriyan. Mukriyan di nirxandina xwe de diyar dike ku xurtkirina netewdewletan tundiya li dijî jinan zêdetir dike û dibêje: “Heta ku netewdewlet hebin, dê tundî bidome. Ji bo rizgariya jinan divê netewdewlet bi dawî bibe. Alternatîfa herî xurt a pergala mêrperest Konfederalîzma Demokratîk e. Konfederalîzma Demokratîk çare ye.”    Rojnameyê di rûpela jinê de jî cih da gotara nivîskar Şîndar Akinci. Şîndar Akinci di gotarê de balê dikişîne ser taciz û tecawiza ku bi piştgiriya dewletê li ser jinên kurd tê meşandin û têkoşîna ku TJA dide û wiha dibêje: “Em weke jinên TJA’yê bi kampanyaya ‘’Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê ve’’ hem di asta teşhîrkirina vê zihniyeta qirêj hem jî berxwedaneke domdar dimeşînin. Şikil û şemalê tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinên kurd pêre netewa kurd her dem hat guhertin.”   JIN LI BER XWE DIDIN   Nivîskara Xwebûnê Sorgul Şêxo jî di nivîsa xwe de têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û têkoşîna ku jin didin û wiha dibêje: “Li dijî her cure êrîşên ku tundiyê bi xwe re tîne, jin li xetên agir li ber xwe didin, bi tedbîr tevdigerin û li gorî rewşa hewayê sîstema tevgera xwe, lîstina zarokan û hwd. ava dikin. Jin li xetên agir li ber xwe nedabana, wê niha berxwedana sivîlan li seranserê gundên di xeta agir de ji Dêrikê heta Şehba û Efrînê ewqasî xurt neba.”    Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî cih da nirxandinên Endama Partiya Sor a Norweçê Nîgar Înayetî. Înayetî di hevpeyvînê de der barê rewşa jinan a di nav pergala rejîma Îranê, têkoşîna ku dimeşînin û bandora fikr û felsefeya Abdullah Ocalan a di nav civaka Îranê de. Înayetî tîne ziman ku di nav pergala Pehlewî (Îran) de têkoşîna jinan bi taybet jî têkoşîna jinên ermenî hin tabuyan şikandine û dibêje: “Cara yekemîn jineke ermenî di salên 1918-1920 derket ser dika şanoyê. Ev bi xwe di nav civaka Îranê de guherînek pêk anî. Di heman demê de jinên têkoşer ji bo mafê nivîsînê.”    Rojnameyê di rûpela kirmanckî de jî cih da analîza Xido Kokim a bi sernavê “Edalet esteyê demokrasî yo” û bal kişand ser kuştina Hrand Dînk û rejima Erdogan. Di rûpela serbest de jî bi sernavê “Jin pêşeng bûn dê dîsa pêşeng bin” cih da lêkolîna nivîskar Fatma Îzol a li ser dîroka jinê ya di nava baweriyê û pêşengtiyê.