Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin 2023-11-19 20:17:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Der barê kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast ku çend roj berê hatibû berdan de îdianameyek nû hat amadekirin û di îdianameyê de heta 12 salan ceza ji Samast re tê xwestin.    Ogun Samast di 19'ê çileya sala 2007'an de Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li Şîşliya Stenbolê qetil kiribû. Kujer Ogun Samast piştî 16 salan girtÎ ma di 15'ê mijdara 2023'yan de ji girtÎgehê hat berdan. Derket holê ku der barê kujer Samast îdianameyek din hatiye amadekirin.    Îdianame ji hêla Serdozgeriya Komarêya Stenbolê ve hatiye amadekirin. Arat, Delal, Hasrof, Rahil Dînk û Sera Dîn Nazarian wek miştekî di îdianameyê de cih digirin û hat destnîşan kirin ku serî li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dane û gilî kirine.    Di îdianameyê de der barê Samast de hatiye gotin, "Têkildarî ku endamê rêxistina çekdar a FETO/PDY'ê ye delîlên şênber nîn in" û di hin delîlên hatine desteserkirin de der barê Samast de hatiye gotin ku têkiliya wî bi endam û rêveberên rêxistinê re hebûye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku dema ku Dînk hatiye kuştin, piştre di çarçoveya armanc û berjwendiyên rêxistinê de tevgeriyaye. Di îdianameyê de hatiye gotin ku Samast wek "zarokê kirine nav sûc" cih girtiye û îdianame ji bo 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Stenbolê hat şandin.    Ji sûcê "tevî ku ne endamê rêxistina çekdar a terorê ye jî lê li ser navê rêxistina terorê ya çekdar sûc kiriye" ji 7 sal û 6 mehan heta 12 salan der barê Samast de ceza hat xwestin.    Hat diyarkirin ku 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Stenbolê dê îdianameyê lêkolîn bike.