Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû! 2023-11-19 16:10:44   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bager rabû û bandoreke mezin li ser bajar kir. Piştî rabûna bager, asîman zer bû.    Ji saetên serê sibehê heta niha li Mêrdînê bager heye. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajar hişyariya bi “Koda zer” da û piştî bagerê asîmanê bajar zer bû. Ji ber ku navbera dîtinê jî kêm bûye, di trafîkê de jî pirsgirêk tên jiyîn. Ji ber bagerê li gelek cihan lembayên trafîkê wergeriyan. Her wiha li gelek taxan jî ceyran hatin birîn.    Tê payîn ku bagera heyî heta nîvşevê bidome.