Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin 2023-11-19 15:41:22   AMED - Ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên zarokan, li Amedê “Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen” hate vekirin.    Komeleya Rengarenk Umutlar (RUMUD) û Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafên zarokan, şopandina wan, raporkirina wan û ji bo bêhtir vê xuyanîtir bikin, “Akdemiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen” vekirin. Akademî, li navçeya Sûrê hate vekirin û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û saziyan tev li vekirina wê bûn.    Endama Lijneya Rêveber a RUMUD’ê Zeynep Demîr Akçer di vekirina akademiyê de axivî û bal kişand ser newekheviya li dijî zarokên kurd. Akçer, wiha domand: “Ji mafê xweîfadekirinê heta mafê lîstikê, di her qada jiyanê de li dijî zarokên kurd cihêkarî tê kirin. Dewlet neçarin ku mafê jiyanê yê zarokan biparêzin. Lê qadên lîstikên wan vediguherînin qereqolan.”    DAYIK ŞEN: HELÎN SEMBOLA DAYIKÊN ÊŞÊ DIKIŞÎNIN E    Piştre jî dayika Helîn Hasret Şen ku di dema qedexeya derketina derve ya li  Sûrê de hatibû qetilkirin, Nazîme Şen axivî û ev tişt anî ziman: “Mafên zarokên kurd tên binpêkirin. Helîn Hasret Şen bû dengê zarokên dema li ber deriyê mala xwe dilîstin û hatine qetilkirin. Helîn Hasret Şen bû sembola bêedaletiyê û dayikên êş dikişînin. Çîrokeke dilbiêşe. Helîn Hasret Şen bû dengê hemû zarokên hatine qetilkirin.”   Piştî axaftinan jî akademî hate vekirin. Di vekirina akademiyê de stranên bi kurdî hatin gotin.