Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin 2023-11-18 22:19:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Meşvanên Azadiyê ku îro danê sibehê ji bajarên Serhed, Botan, Amed û Çûkûrovayê bi rê ketin, tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin.    Ji her çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê welatî jib o azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîd ali ser wî, tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Sibê jî dê ji gelek bajarên herêma Marmara û Egeyê bi hezaran kes ber bi Gemlîkê ve bimeşe. Welatiyên ku dê li Gemlîkê bên cem hev du, dê daxuyaniya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareserî ji bo meseleya kurd" bidin.    Meşvanên Azadiyê ku îro ji Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Edene, Dîlok, Hatay, Mêrdîn û Osmaniyeyê bi rê ketin, tevî hemû astengiyên polîsan jî ber bi Gemlîkê ve meşiyan. Li Êlihê welatiyên li li hev kom bûn, ber bi Amedê ve bi rê ketin. Li Sêrtê jî wesayîtên Şevanên Azadiyê li derketina bajêr ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Welatiyên ku bertek nîşanî vê dan, biryardariya xwe ya domandina meşê dan der û rêya xwe domandin.    LI KUÇEYÊN AMEDÊ DIRÛŞMEYA 'BIJÎ SEROK APO' OLAN DA   Ên ji bo Meşa Azadiyê bi otobus û wesayîtên şexsî ji Êlih, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Rihayê bi rê ketin jî piştî nîvro gihîştin Amedê û hatin ber avahiya partiyê. Li vir stran hatin gotin û govend hat gerandin. Gava girse li Parkê Koşûyolûyê sekinî, komeke ku piraniya wan ciwan ber bi navçeya Rezanê ve meşiya. Koma ku meşiya li Kolana Emekê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "PKK gel gel li vir e" berz kirin. Li Taxa Kaynartepeyê jî komeke ciwanan daket kuçeyan û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.   Polîsan xwest meşê asteng bikin û li ser vê parlamenterên HEDEP'î jî rê li çû hatinê girtin. Li semta Ofîsê ya bajêr jî ciwan bi dirûşmeya "Li çiyê negere Apocî li her derê ne" meşiyan.    Li ber avahiya partiyê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser astengiyên polîsan û got: "Zanibin ku ev helwesta me helwesteke dîrokî ye. Ev rê rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. Em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin."    TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ LI MÊRSÎNÊ GIHAŞTIN HEV   Welatiyên ku ji Edene, Hatay, Osmaniye û Dîlokê bi rê ketin jî, tevî hemû astengiyên polîsan li Mêrsînê gihaştin hev. Piştî ku Parka Zarokên Azad ku dê daxuyanî lê bihata dayin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, girse ber bi avahiya HEDEP a Akdenîzê ve meşiya. Li vir welatiyan dirûşmeyên wekî" Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    CIWANAN GUH NEDA ASTENGIYAN   Li Wanê jî welatî li Kuçeya Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê li hev kom bûn. Gava girseyê hewl da daxuyaniyê bide û piltî daxuyaniyê bi rê bikeve, polîsan ew asteng kir. Polîsan êriş bir ser girseyê û gelek kes binçav kirin. Lê tevî hemû êrişan jî, ciwan li kuçeyên bajêr meşiyan û dirûşmeya "Bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.    Li kuçeyên wanê demeke dirêj dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" olan da.