Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin 2023-11-18 18:39:42 AMED – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn bayindir ku di daxuyaniya têkildarî astengkirina Meşa Azadiyê de axivî, got: "Zanibin ku helwesta me ya îro, helwesteke dîrokî ye. Ev rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. Em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin."    Girseya ku bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, MED TÛHAD-FED, MEBYA-DER Û HEDEP'ê ji bo Meşa Azadiyê li Amedê kom bû, li ber avahiya HEDEP a Amedê ya hat dorpêçkirin daxuyanî da.    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di daxuyaniyê de axivî, gava dest bi axaftina xwe kir polîsan got "qedexeya daxuyaniyê heye" û xwestin pêşî li ber axaftina wî bigirin. Bayindir ku guh li astengiya polîsan nekir, got: "Em vê qanûnê û vê sepanê qebûl nakin. Ev zilm e, em ê li hember vê zilomê rabın."   ‘HELWESTA ÎRO HELWESTEKE DÎROKÎ YE'   Bayindir anî ziman ku dê li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber kesên ku pêşî li Meşa Azadiyê digirin serî netewînin û got: "Bila li Kurdistan û Tirkiyeyê her kes zanibe ku kes nikare vîna gelê kurd paş de bibe. Îro bi hezaran kurd, bi sedhezaran kurd ji Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Em ê li ber xwe bidin û em ê vê zilmê têk bibin. Îro li Amedê û li tevahiya bajarên Kurdistanê li hemberî Meşa Azadiyê faşîzmeke mezin tê pêkanîn. Ev tiştên li dijî aştî û yekîtiyê tên kirin faşîzm e û em ê li hemberî wê rabin. Zanibin ku helwesta me ya îro, helwesteke dîrokî ye. Ev rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. Em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin."    Daxuyanî bi çepikan, tilîliyan û bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.