Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir 2023-11-18 15:18:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê bi hezaran kesên tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn şermezar kirin, “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlikê ve hate destpêkirin silav kirin.    Bi hezaran şêniyên xelkê Wargeha Penaran a Mexmûrê ya Herêma Kurdistana Federe li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi girseyî meşiyan û tecrîd şermezar kirin.    Meş li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan tevî xwendevanan bi tevlibûna hezaran kesî dest pê kir. Di meşê de alên KCK’ê û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmaraliyê’ hatin berzkirin.   Meş heta ber derê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li wargehê berdewam kir. Li wir deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Gel a Mexmûrê, Ehmed Şehbaz daxuyaniyek da.   ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’    Ehmed Şehbaz di destpêka axaftinên xwe xwe de, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêberê me ev 32 heyv in di destê xêrnexwazan de, di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin û agahiya me ji Rêber Apo nîne. Em wek gelê Mexmûrê timî daxwaza fîzîkî azadiya Rêber Apo dikin. Ji bo şikandina vê tecrîdê jî em di nava çalakiyan de ne. Rêber Apo ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê girtin. Ne tenê dewleta tirk vê kiryarê pêktîne. Rêber Apo dixwaze civak azad bijîn, ol û mezheb azad bin û civak xwedî li çand û rastiya xwe derbikeve. Lê belê ev hêzên dagirker vê yekî qebul nakin û her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.”   ‘NIKARIN ME TUNE BIKIN’   Şehbaz di berdewamiya axaftinên xwe de da zanîn ku ji kurdan bêhtir xelkên biyanî li dora Rêber Apo kom bûne û wiha pêde çû. “Li tevahî cîhanê fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye belavkirin. Ji ber ku Rêber Apo mafê tevahî mirovahiyê dixwaze. Tevahî kesên zanyar, civaknas, profesor û rewşenbîrên cîhanê li dora Rêber Apo kom bûne. Em dizanin, dewleta tirk dixwaze di sedsaliya xwe de kurdan tune bike. Lê wê nekarin me tûne bikin. Rêber Apo fikir daye me û em tûne nabin.”   MEŞA GEMLÎKÊ SILAV KIR    Ehmed Şehbaz herî dawî bang li hemû kurdan kir da ku li dijî tecrîdê rabin ser xwe û bi van gotinan axaftinên xwe bi dawî kirin: “Em meşa ber bi Gemlikê ve silav dikin û piştgiriya xwe didin diyarkirin. Pêwîste gelê kurd li dijî van kiryarên qirêj ên li ser Rêber Apo tên meşandin, rabin ser lingan. Wê serkeftin bibe ya me û em dubare serkeftinê ji meşa Gemlikê re dixwazin.”   Daxûyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ bi dawî bû.