Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan 2023-11-18 12:11:09   ÎZMÎR - Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna wî Berrîn Bîcek Ozturk ên duh bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal hatibûn binçavkirin, bi biryara qedexeya derveyî welat hatin berdan.    Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna wî Berrîn Bîcek Ozturk ên duh di saetên serê sibê de di serdegirtina mala xwe ya li navçeya Tîre ya Îzmîrê de hatibûn binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.   Parêzerê Ozturk ên hevjînên hev Îhsan Metîn Erdogan anî ziman ku Fadil Ozturk bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal ên piştî sala 2021’an, hevjîna wî Berrîn Bîcek Ozturk jî tenê ji ber parvekirinekê hatine binçavkirin.    Fadil Ozturk û Berrîn Bîcek Ozturk piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ozturk ên hevjînên hev bi qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.