Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin 2023-11-18 09:58:58   AMED - Hasret Karataş a duh li Amedê li malbata xwe geriya bû û bi gotina “min xelas bikin” alîkarî xwestibû, bi awayekî biguman mirî hate dîtin.    Hate diyarkirin ku Hasret Karataş a 32 salî li navçeya Bajarê Nû ya Amedê duh bi telefonê li malbata xwe geriyaye û bi gotina “min xelas bikin” alîkarî xwestî ye. Polîsan bi serlêdana malbatê, bi qeydên HTS’ê cihê Karataş tespît kirin. Piştî tespîta cih a di nava saetekê de cenazeyê Karataş di biniya avahiyekê hate dîtin.    Cenazeyê Karataş a bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye, piştî kirariyên otopsiyê yên hatin kirin li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.