Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me 2023-11-18 09:44:23 AMED - Guneş Okçû ku niha li Ingilistanê di girtîgehê de tê ragirtin, da zanîn ku ew ji ber dosyaya xwe ya li Tirkiyeyê tê darizandin û wiha got: “Min got belkî daraza Ingilistanê min bêm bike, lê ez niha bi deportkirinê re rûbirû me.” Jina bi navê Guneş Okçû ku ji ber cezayê xwe yê girtîgehê neçar ma derbikeve derveyî welat, ji 12 sibatê vir ve li Girtîgeha Manchesterê ya Ingilistanê tê ragirtin. Okçû, di 20’ê hezîrana 2018’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê li Amedê hatibû binçavkirin. Guneş, piştî du rojan, bi wesayîta rîngê biribûn Colemergê û li wir 15 rojan di bin çavan de mabû. Piştî 15 rojan Guneş, bi hinceta “Endamtiya Rêxistinê” hatibû girtin. Guneş, piştî salekê hate berdan û di 21’ê gulana 2019’an de ji heman dosyayê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Guneş a piştî vê biryarê, gelek li benda xerabûna biryarê sekinî, serê sala 2023’yan derdikeve derveyî welat û diçe Ingilistanê. Piştî ku li bajarê Liverpoolê yê Ingilistanê li ser Guneşê nasnameyek sexte tê girtin, ji ber vê yekê jî tê darizandin. Ji ber vê sedemê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Guneş tê birîn. Guneş ku ev 9 meh in li Girtîgeha Manchesterê tê ragirtin û nivê cezayê xwe razaye, divê bê berdan. Lê ji ber ku serlêdana wê ya îltîcayê nîne bi gefa deportkirinê re rûbirû ye.    Me bi rêya malbatê bi telefonê hevpeyvînek bi Guneş Okçû re pêk anî û sedema darizandina wê pirsî.    ‘NAVEROKA DOSYAYA MIN ANÎNA ZIMAN A AZADIYA XWE YE’   Guneş, di destpêka axaftina xwe de ku qeyda dengê wê hate girtin, anî ziman ku ji kurdan re bêhn girtin qedexe ye û wiha dibêje: “Di navbera 2013 û 2015’an de pêvajoya çareseriyê hat xerabkirin û gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ez jî wê çaxê li bajarê Colemêrgê xwendekar bûm û ew der cihê ku herî zêde şer û bûyer lê qewimîn bû. Li wir gelek êş hatin kişandin. Ez jî li wir tevli çend daxuyaniyan bûm û hemû daxuyanî jî legal bûn. Ew daxuyanî jî, daxuyaniyên banga aştiyê bûn. Çima ez ji ber heman dosyayê li Ingilistanê jî têm darizandin? Ev ne edalet e. Naveroka dosyaya min a li Tirkiyeyê anîna ziman a azadiya xwe ye.    LI VIR JÎ HEMAN NÊZÎKBÛN HEYE   Ez di navbera salên 2012 û 2016’an de li Colemêrgê xwendekara zanîngehê bûm. Wan çaxan gava ez tevli daxuyaniyan dibûm û min daxuyanî dixwendin tu pirsgirêk derneketin. Di sala 2016’an de ez mezûn bûm û hatim Amedê. Min girêdayî Wezareta Perwerdehiyê mamostetî kir. Di sala 2018’an de ez hatim binçavkirin û ji min re gotin ku ‘Gava tu li Colemêrgê te gelek  tişt kirine, tu tevli daxuyaniyan bûyî, tevlî faliyetan bûyî’. Darizandina min a li vir jî bi heman nêzîkatiyê tê kirin, heke parêzerên min parastinek bihêz bikiribûna, rewşa min baş vegotibûna dibe ku cudatir bûya. Ev 9 meh in ez di girtîgehê de me, ev tiştek asayî nîne. Ez li Tirkiyeyê jî salekê di girtîgehê de mam. Ez piştî salekê hatim berdan, lê ceza dan min.    PIRSA ‘PKK KIYE?’ JI MIN KIRIN   Li Tirkiyeyê 6 sal û 3 meh ceza li min birîn. Parêzeran jî ji min re got ku dibe ku xera be, lê ne ji bo kêm kirinê, ji bo zêdekirina ceza dê xera bikin. Ez gelek benda xerakirinê jî mam, lê ez neçar mam ku ji welat derbikevim. Gava ez derketim dadgehê, barrîsterê (parêzerê derdikeve dadgehan) ku dane min ji min pirsî û got ku ‘PKK kiye?’ Divê pirseke wisa ji min nepirsîbûna, ez tawanbar nekiribûma, ez parastibam. Ez li dadgehê tenê me. Parêzerên min nîne. Ji xwe navbera girtîgehê û dadgehê 4 saet in û ez bi rîngê birim, serê min diêşiya, min nedikarî xwe li ser pêyan bigirim. Lewma min jî nekarî xwe di dadgehê de biparêzim û xwe bînim ziman. Her wiha ez di bin zextekê de bûm. Ji min dipirsin, dibêjin ‘Te çima heta niha serlêdana îltîcayê nekiriye’ Ji xwe ez di girtîgehê de me, nikarim serlêdanê bikim.    NASNAMEYÊN WÊ WINDA BÛNE   Ji ber ewlehiyê min nasnameyeke din bi xwe re bir. Dema ez di 12 sibatê de li bajarê Liverpoolê hatim girtin min nasnameya xwe ya esil jî da wan, karta ajokariyê û karta xwe ya endamtiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî da polîsên Ingilistanê. Lê polîsê ku hatiye dadgehê got ku ‘tu tişt nedaye min’ û ev nasnameyên min yên resen winda kirin. Ez ji 12 sibatê ve di girtîgehê de me. 25’ê cotmehê salek û 6 meh cezayê girtîghê li min birîn. Ev ceza, tê wateya deport kirinê û gelek kaxizên deport kirinê jî, ji min re hatin. Dibêjin, teqez dê deport bibî. Dadger got sedema vî cezayê li min hatiye birîn û deport kirinê jî, sabikayên min yên Tirkiyeyê ne. Ma min li Tirkiyeyê çi kiriye? Parêzerê min yê li vir jî rewşa min baş nevegot.    EZ JI BER DOSYAYA XWE YA TIRKIYEYÊ TÊM DARIZANDIN   Niha darizandina min ya li vir ji ber nasnameya sexte ye. Lê beriya min malbatek ku ji ber doza fetoyê revîbûn, hebû û bi heman tiştî dihatin sûcdarkirin. Derbarê wan de tu sûc nedîtin û ew berdan. Min nasnameya xwe ya resen, karta xwe ya ajokariyê û nasnameya xwe ya komeleyê jî dabû wan, wê malbatê tiştek wisa jî nedabû, lê dîsa jî ew berdan. Ev jî tê vê wateyê ku ez ji ber dosyaya xwe ya Tirkiyeyê têm darizandin. Gelek materyal ji min re şandine û ez dibînim ku dê teqez min deport bikin, lê ez nizanim dê kengî bikin. Ji ber ku serlêdana min ya îltîcayê nîne, dibe ku aniha jî min deport bikin. Parêzerên min dibêjin ku di şert û mercên girtîgehê de serlêdana îltîcayê, dê gelek maliyetê bixwaze. Dibêjin, heke tu bê berdan, wê çaxê em dikarin serlêdana îltîcayê bikin. Lê ew jî garantiya tiştekî nadin, ji ber ku kar û barên îltîcayê di destê şîrketeke bi navê ‘Home Offîce’ de ye.    EZ AKTIVÎSTA MAFÊN MIROVAN BÛM   Ev 9 meh in ez di girtîgehê de me, ev tiştekî asayî nîne. Şeva 12’ê sibatê ku ez hatim vir, ji min re gotin ‘mereq neke, dê ji îltîcayê bên û te bibînin, tu di ewlehiyê de yî.’ Lê gav bi gav ez anîm girtîgehê û nasnameyên min jî winda kirin. Dozger, di dadgehê de ji dadger re got ku ‘ev kes ji welatê xwe reviyaye hatiye vir û dibe ku li vir çalakiyên terorê bike.’ Ez li welat aktivîstê mafê mirovan bûm. Girêdayî ÎHD’ê, HDP’ê bûm û daxuyaniyên wan min xwendine.    SALEK Û 6 MEH CEZA DAN MIN   Li gor gotinên parêzeran jî, heke cihekî xetereya canê te hebe û tu mecbûr mabî ku nasnameyeke sexte bi kar bînî, ev yek ne sûc e. Lê weke min got, ez hinek jî hatim paşguhkirin. Ez bi dosyaya Tirkiyeyê jî hatim tawanbarkirin û ceza li min birîn. Ev cezayê li min hatiye birîn jî rast e rast bandorê li îltîcayê dike. Heke cezayê ku te girtî di bin 12 mehan de be, mafê te yê îltîcayê bi bandor nabe, lê heke zêdetir be bandor dike. Di meha 8’emîn ya girtina min de salek û 6 meh ceza li min birîn. Li gor rêziknameya vir tu nîvê cezayê ku digirî, radizê. Cezayê min jî 18 meh in û divê piştî 9 mehan ez derbikevim. Hema bibêje 9 mehên min qediyan, lê dibe ku min rast e rast deport jî bikin. Gelek kesên ku cezayên wan qediyayî şandine ‘repatriation center (navenda paşve şandinê) û ji wir şandine welatên wan. Ez jî, malbata min jî em gelek bifikarin.    DAXWAZA MIN MAFÊ MIROVAN BÛ   Min li welat gelek tecrubeyên xerab jiyan, lewma min cezayê li min hatiye birîn qebûl nekir û min dizanî ku heke bikevim girtîgehê ez careke din dernakevim. Ez neçar mam derbikevim derveyî welat. Ez li welat gelek caran dihatim şopandin û ev yek li ser deruniya min bandoreke neyînî dikir. Ez welatê herî ewle jî ditirsim ku min bişînin. Em ji ber zilma li wir direvin, lê li vir jî bi pirsgirêkên cuda re rûbirû dimînin. Ji bo me bêhn wergirtin heram e. Daxwaza min a ji vir mafê mirovan bû. Lê ez êdî bê hêvî me. Min got ez ê ji aliyê daraza İngilistanê ve bêm famkirin, lê ez hatim darizandin.”   ‘XWIŞKA MIN JI BO PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ NEQEDE TEVLI DAXUYANIYAN DIBÛ’   Xwişka Guneş Okçû, Gulistan Okçû jî têkildarî rewşa xwişka xwe ji ajansa me re axivî û da zanîn ku xwişka wê dema li Colemêrgê xwendekar bû, ji bo ku pêvajoya çareseriyê neqede tevli daxuyaniyan bûye. Gulistan Okçû, diyar kir ku armanca xwişka wê ew bû ku zarok û ciwan neyên kuştin, dayîk negirîn. Gulîstan Okçû, wiha got: “Piştî zanîngehê xwîşka min hat Amedê û girêdayî wezareta perwerdehiyê mamostetî kir. Dû re avêtin ser mala me ya navenda Amedê û em jî wê demê li malê nebûn. Mala me pir belav kirin. Piştî çend rojan avêtin ser gundê me jî û li wir xwişka min girtin. Salekê di girtîgehê de ma û piştî derketinê ji bo ku hikûmetê êdî kar nedayê, wê jî waneyên taybet ên kurdî û ingilizî dida.”   ‘XWIŞKA MIN NEÇAR MA’   Gulîstan Okçû, da zanîn ku dadgeha bilind û îstînafê cezayê xwişka wê pejirandin û xwişka wê jî neçar ma ku derbikeve. Gulistan Okçû, da zanîn ku xwişka wê jî û wan weke malbatê jî nedixwest derbikeve derveyî welat û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin biçin dewletên din û em dixwazin li ser axa xwe jiyana xwe bidomînin. Lê xwîşka min neçar ma. Gava çû jî nasnameya sexte li ser hat girtin û ji ber vê yekê ji 12 sibatê vir ve li wir di girtîgehê de ye. Ji ber ku li wir di girtîgehê de telefon kirin biperetî ye û em jî nikarin jê re pere bişînin, têkiliya me û wê kêm e û haya me pir jê nîne. Ev 9 meh in di girtîgehê de ye û niha jî evraqên deportê danê. Sedem jî ew e ku sûcdar dîtine û 18 meh ceza lê birîne. Em naxwazin wê deport bikin. Ji xwe cezayê xwişka min li vir heye û qedexeya wê ya derketina derveyî welat jî heye. Wê bişînin dê li vir gelektir ceza bigire. Tenê ne xwişka min, gelek ciwanên me wisa ne. Ji bo ku li vir ceza digirin diçin welatin din, lê li wir jî rewşa wan baş nîne û lewma rewşa xwîşka min jî nebaş e.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ KIR   Gulîstan Okçû, bang kir û got ku bila rewşa wan bê dîtin. Gulîstan Okçû, da zanîn ku kurd gelek zehmetiyan dikişînin û bila welatên din vê rewşa kurdan bibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku xwişka min neyê deport kirin, ji bo ciwanên me yên din em bang li dewletên din dikin ku bila bizanin ku em li vir ewqas dikişînin û neçar dimînin diçin wir, bila ew jî wisa nêzîkî me nebin. Ev 9 meh in xwîşka min li Ingilistanê di girtîgehê de ye. Em şev ji ber xwişka xwe ranakevin, dayîka min nexweş ketiye.”   MA / Bazîd Evren