Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye 2023-11-17 18:32:24   ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Îsmaîl Şengul got: "Tu delîlek, tu agahiyek û şahidek ku nîşan bide ez endamê rêxistinê me tune ye. Lê dozger îdia dike ku ez endamê rêxistinê me. Sûcdarkirin heye, lê delîl tune ye."    Rûniştina dawî ya 41'emîn a danişîna Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Danişîna ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin, bi parastinên siyasetmedarê girtî Îsmaîl Şengul berdewam kir. Ji siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncer û Aynur Aşan tev li danişînê bûn.   Şengul da zanîn ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de ew çûye Pirsûsê û diyar kir ku ev yek ji aliyê dadgehê ve bûye mijara sûcdarkirinê û got, “Di vê dosyayê de bi awayekî eşkere destwerdana siyasî hatiye kirin.”   Şengul got ku endamtiya Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ne sûc e û xebatên siyasî yên HDP’ê bi temamî qanûnî ne û got: "Tu delîlek, tu agahiyek û şahidek ku nîşan bide ez endamê rêxistinê me tune ye. Lê dozger îdia dike ku ez endamê rêxistinê me. Sûcdarkirin heye, lê delîl tune ye."    Piştî axaftinên Şengul, parêzera wî Senem Doganoglu axivî. Doganoglûyê jî got ku ew beriya têgîna “Doza Kumpasê” ku têkîldarî dozê tê bikaranîn, têgîna “çêkirî” bir kar aniye.   Heyata dadgehê piştî parastinan danişînê heya 20’ê Mijdarê taloq kir.