Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin 2023-11-17 16:30:50   ŞIRNEX - Danişîna ewil a bersûc Hasan Karaaslan ku hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 zarokên xwe kuştibû, hat lidarxistin. Malbata Leylayê wekî şahid beşdarî danişînê bû û malbatê da zanîn bersûc tundiya sîstematîk kiriye û xwestin bê cezakirin.    Li Taxa Yenî ya navçeya Hezexa Şirnexê Hasan Karaaslan hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 zarokên xwe di 24'ê tebaxa 2022'yan de kuştibû. Danişîna ewil a doza kujer Karaaslan bi sûcê "Kuştina bi zanebûn a hevjîn û zarokên xwe" jê tê darizandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Parêzera Wezareta Xizmeta Civakî û Malbatê û malbata Leylayê tev li rûniştinê bûn. Bersûc Hasan Karaaslan jî bi hinceta ku randevûya wî ya bijîşkê psîkîyatrîst li Xarpêtê hebûye beşdarî danişînê nehat kirin.    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Lawê Leylayê, Ramazan Karaaslan da zanîn bavê wî 2 malên wan firotiye û hewl daye texsiya xwe jî bifiroşe û bavê wî tundî li diya wî dikir.    Lawê Leylayê, Yunus Karaaslan jî diyar kir ku pirsgirêkên derûnî yên bavê wî tune bûne. Her wiha xwişk û birayên Leylayê jî diyar kirin ku bersûc tundî li Leylayê dikir û giliyê bersûc kirin.    Di heman demê de jî xwişka Leylayê, Kaniye Tekîn axivî û diyar kir ku bersûc gefa kuştinê li zarokên xwe jî dixwar.    Parêzera Wezareta Xizmeta Civakî û Malbatê Esma Dogan jî xwest bersûc bê cezakirin.    Dozger jî ji bo parastina bersûc bê girtin, xwest danişînek din li eywanê bê amadekirin û xwest bersûc girtî bê darizandin.    Piştî navberê şandeya dadgehê danişînê taloqî çileya 2024'an kir.