Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran 2023-11-17 14:20:37   STENBOL - Rakel Dînk diyar kir ku ew bi berdana Ogun Samast re carek din bi bêedaletiyê rû bi rû mane û got: “Yên ku fermana kuştina Dînk dane, em dizanin di nav me de digerin. Ji roja ewil ve me got divê tarîtiyê hesab bê xwestin.”    Weqfa Hrant Dînk bi sernavê “Konferansa di sedsaliya komarê de mafên kêmaniyan” li Eywana Avahiya Anarad Higutyan a Havak konferansek navneteweyî li dar xist. Konferans wê du rojan berdewam bike. Wê di konferansê de sernavên “Çarçoveya Têgehê û Parastina Kêmaniyan” û “Lozan û piştre rewşa kêmaniyan” nîqaş bên kirin.      Axaftina destpêkê ya konferansê hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînk kir. Rakel Dînk der barê berdana kujerê hevjînê xwe Ogun Samast de axivî û got: “Carek din bêedaletiyê li rûyê me xistin. Rojên herî giran ên şînê dîsa li me zivirandin. Bi salane em û kujerên me heman hilmê hildidin. Yên ku fermana kuştina Dînk dane, em dizanin di nav me de digerin. Ma qey em nizanin ku kujerên Sabahattîn Alî, Îlhan Erdost, Zekî Tekîner, Ûgûr Mûmcû, Mûsa Anter di nav me de ne. Mesele me tu carî negot bila ewqas sal ceza bigire. Mesele ew e ku ji roja ewil ve me got divê ji tarîtiyê hesab bê xwestin. Me got çi dibe bila bibe ji bo di vê dozê de edalet pêk were û ji bo demokratîkkirina welat her tişt bê kirin. Ew û daraza xwe bi hev re kambax in û biryarên eletewş didin.”