Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin 2023-11-17 09:34:12   MÊRDÎN - Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi 13 guleyan hate qetilkirin û gora bavê wî hate kirin. Mûstafa Polat ê beriya niha gora wan tamîr kiribû banga “Em xwedî li nirxên xwe derketin” li welatiyan kir.    Ahmet Kaymaz û lawê xwe Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bû li navçeya Qosera Mêrdînê di 21’ê mijdara 2004’an de li ber deriyê mala xwe di encama gulebaranê de hatibûn qetilkirin. 13 gule berdabûn bedena Ûgûr Kaymaz ê 12 salî. Li dijî gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr ku li goristana taxa Pirîketa ye çend roj berê ji aliyê kes ango kesên nediyar ve êriş pêk hat. Piştî êrişa li dijî goran pêk hat, welatiyan gora Ahmet Kaymaz a kevirên wê hatibûn şikandin bi dilxwazî tamîr kirin. Pişt re jî welatiyan agahî da malbata Kaymaz.    KEVIRÊ GORA WÎ CAREKE DIN HATE ŞIKANDIN   Di demekî ku li dijî êrişa li ser gorê bertek tên nîşandan de hate hînbûn ku li dijî goran êrişeke duyemîn hatiye kirin. Yek ji welatiyên ku gor tamîr kir, Mûstafa Polat, dema çû goristanê dît ku kevirên gora bav Kaymaz careke din hatine şikandin.    ‘WÎ DI GORA WÎ DE REHET BIHÊLIN’    Polat, da zanîn ku piştî ku kevirên gorê tamîr kirin li ser medyaya dîjîtal parve kir û wiha got: “Bawer im çûye zora hin kesan. Roja din dîsa parçe kirine. Tê re nekiriye ku 13 guleyan berdin zarokê 12 salî, 19 sal çêbûye, hêj bi gora wî re mijûl dibin. We qetil kir qet ne be di wî di gora wî de rehet bihêlin.”    Polat, diyar kir ku ew û Ûgûr Kaymaz di heman temenî de ne, dema Kaymaz bihîst 15 salî bû û wiha berdewam kir: “Dema ez 2 salî bûme malbat çûye Stenbolê. Ez li wir mezin bûm. 5 meh çêbûn min barkir Qoserê. Dema min ewilî Ûgûr Kaymaz bihîst, gelek bi bandor bûm. Heta vî temenê xwe jî di bin bandora wî de me. Dema navê wî dibihîsim gelek xemgîn dibim û hêrseke mezin bi min re çêdibe. Çekên qasî wî mezin deynin cem wî weke ku şer çêbûye nîşan didin.”   ‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’    Polat, banga “Em xwedî li nirxên xwe derkevin” li welatiyan kir û ev tişt gotin: “Li vir cara duyemîn e êrişek çêdibe. Deng ji kesê dernakeve. Ez nikarim wateyê bidim vê. Ez ê dîsa tamîr bikim. Heke em nikarin kevirê gorekê jî tamîr bikin, em vegerin û li xwe bipirsin.”   MA / Ahmet Kanbal