Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê! 2023-11-17 09:17:05   AMED - Der barê nûçegihanê MA'yê Mehmet Guleş de ku di dema erdhejê de gava hevpeyvîn dikir hat binçavkirin û amûrên wî hatin desteserkirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Guleş gava li Amedê di 8'ê sibatê de xebatên lêgerînê yên di dema erdheja Mereşê de dişopandin û ji bo hevpeyvînê bi xebatkarekî lêgerînê re dikir, bi hinceta "agahiyên şaş belav dike" tevî çavkaniyê nûçeyê ve hat binçavkirin. Ji ber vê der barê Guleş de lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsînê de biryar hat dayîn.    Dilxwazên ku Guleş pê re hevpeyvîn kiribû, gava digot "Li vir AFAD tune ye, UMKE tune ye, li vir gel bi derfetên xwe tevdigere" polîsan nûçegihanê me Guleş û çavkaniyê nûçeyê binçav kiribûn. Piştî binçavkirin amûrên rojnamevan Guleş hatibûn desteserkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di dawiya lêpirsînê de xwe gihand wê encamê ku tu delîlên der barê belav kirine agahiyan de tune ne. Dozgeriyê diyar kir ku "agahî nehatine belavkirin" û di naveroka qeydê de delîleke ku bibe cihê panîkê tune ye û biryara "neşopandinê da.    Her wiha biryar hat dayîn ku amûrên hatine desteserkirin bên îadekirin.    Rojnamevan Guleş ku biryara dozgeriyê nirxand bal kişand ser dema erdhejê û got ku ewilî rojnamevan çûne cihê kavilan û karesata heyî ragihandine. Guleş bibîr xist ku tîmên lêgerînê yên dewletê piştî çend rojan hatine herêma kavilan û got ku gava wî li wir hevpeyvîn bi dilxwazekî lêgerînê re kiriye bi hinceta "agahiyên şaş belav dike" hatiye binçavkirin.    Guleş bibîr xist ku piştî rojekê di binçavan de maye hatiye berdan û got ku di hevpeyvînê de tu agahiyên şaş tune bûne û got ku tenê bertekên gel ên ji bo negavavêtinê hebûne.    Guleş di dawiya axaftina xwe de got ku çapemeniya azad dê bi tu awayî pa de gav neavêje.