Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin 2023-11-16 16:33:47   MÊRDÎN - HEDEP û DBP’î li Qoserê çûn serdana esnafan û ji bo Meşa Azadiyê ku dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Şandeya ji Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Mêrdîn û navçeya Qoserê û Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz pêk dihat, li Qoserê çû serdana esnafan. Serdan, bi mebesta vexwendina Meşa Azadiyê ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin hate kirin. Şande, bi dilgermî hate pêşwazîkirin.    Di serdanê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser civakê hate vegotin û esnafan jî qala bandora tecrîdê kirin.    Welatiyan, di serdanê de HEDEP rexne kir ku zêde dernakevin kolanan û di nava gel de nînin. Her wiha welatiyan pêşniyarên xwe kirin. Esnaf û welatiyan gotin ku tecrîd bandoreke giran li ser wan dike û îktîdar hewl dide civakeke kole biafirîne lê ew ê destûrê nedin.    HEDEP’iyan jî gel silav kir û tecrîd vegotin. Piştre jî çû serdana Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Qoserê ku duh kongreya xwe li dar xistibû.