Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin 2023-11-16 15:18:01   STENBOL - Hejmara duyemîn a “Bultena Tecrîdê” ku balê dikişîne ser tecrîdê hate weşandin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo raya giştî ji polîtîka û sepanên wê yên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tên ferzkirin agahdar bikin, dest bi weşandina “Bultena Tecrîdê” kiribû. Hejmara duyemîn a bultenê hate weşandin.    Bulten, her 15 rojan carekê tê weşandin û di hejmara duyemîn de hat destnîşankirin ku peywendiya Abdullah Ocalan û girtiyên din a bi derve re bi awayeke derhiqûqî hatiye qutkirin. Di bultenê de wiha hate gotin: “Têgeheke ne di qanûna înfaza cezayan de encex ewqas dikare bandorê li mercên girtîgehê yên kesekî, tenduristiya wî, malbata wî û bi giştî jî şêweyê jiyana siyasî, aborî, civakî û refaha wan dikare bike. Her çende ku ev têgeh tenê ji peyvekî pêk were jî veguheriye pergaleke wisa ku bandorê li qedera welêt dike.”    TECRÎD ÇI YE?   Di bultenê de tecrîd wiha hate pênasekirin: “Bingeha xwe ji beşa cezayên disiplînê ya Qanûna Hejmar 5275’an digire. Lê ji ber rewşa behsa xeberê bi cezayên disiplînê nikare were vegotin, pir zû de qanûnek an jî xaleke qanûnekê derbas kiriye, di pergala hiqûqê de cihê wê tune ye û navê sepana ku ji bo vegotina hiqûqê têr nake re dibêjin tecrîd.”    FERQA ÎMRALIYÊ   Bi domdarî hat gotin ku di tecrûbeyên cîhanê de sepanên dişibin vê hatine jiyîn û ev tişt hatin parvekirin: “Lê li tu deveran hiqûq ewqas nehatiye binpêkirin ku rê nadin tu hevdîtinan û bi tu awayî nahêlin bi cîhana derve re têkilî bên danîn. Ev rewş, tenê li Îmraliyê heye. Li tu devereke din ê cîhanê girtîgeheke bi qasî ji peywendiyan hatiye qutkirin tune ye.”   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Di bultenê de hat gotin ku tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya daxwaza demokrasî, edalet, wekhevî û israra di mirovbûnê de ye.