Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin 2023-11-16 15:13:55   ŞIRNEX - Osman Kapan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin.   Osman Kapan ê ku berdana wî du caran hatibû astengkirin, piştî 30 sal û 7 mehan duh ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê derket. Kapan ku di sala 1993'yan de li gundê Xirabaşeref ê Hezex a Şirnexê hatibû girtin û bi îdiaya "xerakirina yekparebûna dewletê" cezayê muebetê lê hatibû birîn, di 13'ê Nîsanê de 30 salên xwe yên li girtîgehê temam kiribû. Lê ji ber ku "poşmantî" qebûl nekiribû berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin. Kapan ê ku divê di 13'ê tîrmehê de ji girtîgehê derketibûya, bi heman hincetê berdana wî 4 mehan hatibû taloqkirin. Kapan ê ku 25 saliya xwe ketiye girtîgehê di 56 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Kapan ê ku li ber bajarê ku dayik bûye bi rê ket û li bajarokê Erebanê yê girêdayî navçeya Hezexê bi tevlîbûna parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Zekî Îrmez, endamên TUHAY-DER’ê, Meclisa Dayikên Aşitiyê û rêxistina navçeyê ya HEDEP’ê bi tililiyan hate pêşwazî kirin.    ‘ALIYEKE MIN XEMGÎNE’    Kapan, di pêşwazîkirinê de axivî û got: “Ez bi keyfxweşim ku min careke din gel û civaka xwe dît. Lê aliyeke min xemgîne ku min hevalên xwe li pişt xwe hiştin.”   Piştre şande bi girseyî derbasî gundê Kapan ê Xirabeşerefê bû. Li vir jî Kapan ji aliyê gundiyan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.