Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir 2023-11-16 13:14:28   ENQERE - Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Adnan Beker ji partiya xwe îstîfa kir.    Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Adnan Beker di daxuyaniya ser medya dîjîtal daxuyand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye. Beker di parvekirina peyama xwe ya li ser hesaba X'yê ev tişt gotin: "Ji ber ez difikirim ku dê sûda min di bin banê Partiya Îyî'yê de ji hemşehriyên min ên Enqereyê û gelê tirk re çênabe, ji îro pê de ji Partiya Îyî îstifa dikim."   Çend roj berê jî Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Dûrmûş Yilmaz û û Endamê Lijneya Îdareya Giştî (GÎK) Bahadir Erdem îstîfa kiribûn.