Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne! 2023-11-16 11:41:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevalên Hrant bertek nîşanî tehliyekirina kujer Ogun Samast dan û wiha gotin: “Ên kujeran diparêzin, hevkarên cînayetê ne!”    Gerînendeyê Giştî yê Weşanê ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya 2007’an de li pêşiya avahiya rojnameyê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê ji hêla Ogun Samast ve hate qetilkirin. Kujer Samast, di çarçoveya berdana bi şertê kontrola edlî duh bi şev ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate tehliyekirin.    Tehliyekirina Samast rastî nerazîbûnên mezin hat. Hevalên Hrant bi daxuyaniyekê bertek nîşanî berdana kujer Samast dan.    Hevalên Hrant li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bi etîketên “#HrantDink”, “#BuradayızAhparig” daxuyaniyek parve kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Cînaeyeta Hrant Dînk hêj jî nehatiye ronîkirin. Berpirsyarên wê jî hêj nederxistine holê. Di rewşeke ku gelek dostên me, parastvanên mafan, rojnameger û siyasetmedar bi awayeke neheq û derhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin de kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hate tehliyekirin. Me dizanî, me digot lê bi vê geşedana dawî êdî hate tescîlkirin: Edalet tune ye! Wijdan tune ye! Heqaniyet tune ye! Li nava çavên me dinihêrin û kesên digotin ‘bikuje’ û tarîtiya ji pitikekî kujerek gihandî xurt dikin! Em ê dev jê bernedin, ji bîr nekin û bibêjin ‘kesên kujeran diparêzin, hevkarên cînayetê ne.’ Heta ku em nebêjin qediya dê ev doz neqede!”