Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin 2023-11-16 11:40:40   RIHA - Ahmet Ûzûn ê li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Ûzûn a 5 mehî ducanî bû qetil kir hate girtin.     Faîl Ahmet Ûzûn ê duh li Taxa Çomlekçî ya girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hevjîna xwe Fîdda Ûzûn (24) a 5 mehî ducanî bû qetil kir, piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Kaniya Xezalan sewqî edliyeyê hate kirin.    Ûzûn piştî wergirtina îfadeyê ya dozgeriyê û dadgeriyê hate girtin û şandin girtîgehê.