Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû 2023-11-16 10:44:59   STENBOL - Edîtorê Rojnameya Agosê Pakrat Estûkyan bal kişand ku kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast ji ber li gorî penaseya desthilatê ya “welatiyê meqbûl” e hate berdan û wiha got: “Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû.”   Ogun Samast ê ku Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya 2007’an de li ber rojnameya Agosê di encama êrîşeke çekdarî de qetil kir û piştî êrîşê di 20’ê çileya 2007’an de li otogara Samsûnê hate girtin, piştî 16 sal û 10 meh cezayê girtinê ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ve bi hinceta ku di ‘rewşeke baş’ de ye hate berdan.    Biryara berdanê ya Samast di heman demê de cihêkariya di pêkanînên înfazê yên li dijî girtiyên siyasî û nexweş ên li girtîgehê de careke din raxist pêş çavan û ev biryar di serî de parazvanên mafên mirovan rastî nerazîbûna gelek beşên civakê hat.   Yek ji hevalên nêz ê Hrant Dînk, edîtorê Rojnameya Agosê û nivîskarê rojnameyê Pakrat Estûkyan, têkildarî berdana Samast axivî.    ‘SAMAST JI BO DESTHILATÊ WELATIYÊ MEQBÛL BÛ’    Estûkyan, bal kişand ku Ogun Samast ji ber cînayeta Hrant Dînk ji aliyê desthilatê ve weke “welatiyê meqbûl” tê dîtin û destnîşan kir ku biryara berdana wî ya di vî warî de ne surprîzeke. Estûkyan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev vê rewşa berdanê gelek asayî û xwezayî dinirxînim. Ji ber ku Ogun Samast piştî kuştina Hrant Dînk ji ber gelek sûcan ceza li wî hatibû birîn jî ev dem dem bi demboriyê encam girtin û weke encam 11 sal ceza lê hate birîn. Wisa ku Samast ji bo desthilata siyasî îro welatiyekî meqbûl e. Mirov bi gotineke din bibêje ‘qûrbanê çarenûsê’ bû. Ji ber vê yekê di girtîgehê de di şertên baş de ma û di girtîgehê de zewicî jî. Di jiyana xwe de bû xwedî kariyer û niha jî hate berdan.”   ‘JI BO ME KUJEREKÎ ERZAN JI BO HIN KESÊN DIN LEHENGEKÎ NETEWÎ YE’    Estûkyan, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji berê ve ermen her tim rastî cihekariyê û gotinên nefretê tên û bal kişand ku berdana Samast a tevî cînayeta Dînk di vî warî de hin peyaman dide û wiha berdewam kir: “Ev biryar ji bo ermenan qet ne tabloyeke ku mirov matmayî bimîne ye. Ogun Samast ji bo kujerekî erzan e lê ji bo beşeke girîng kesekî bi alê poz dide, netewperestekî girêdayî alê û lehengekî netewî yê bi kelecan e. Em bînin bîra xwe li vî welatî piştî cînayetê tejî stadyûmê mirovan dirûşmeyên weke em hemû Ogun Samast in berz kirin.”   ‘KESÊN CÎNAYET PÊ DAN KIRIN JÎ NEHATIN DARIZANDIN’    Estûkyan, got ku “Di tevahiya darizandina Hrant Dînk de daxwazeke me ya ‘kesên gotine bikuje’ ku her tim dubare dikir hebû. Ya me bi vê yekê dixwest kesên cînayet pê didan kirin bû. Lê ew qadro qet dernexistin holê û nehatin darizandin” û îşaret kir ku ji bilî Samast kesên cînayet pê dane kirin jî îro hêj li derve ne. Estûkyan, diyar kir ku doza Hrant Dînk di vî warî de ji roja ewil de bi destê desthilatê bi awayekî bêhiqûqî hate birêvebirin û wiha hate gotin: “Em bînin bîra xwe di pêvajoya darizandinê de hemû daxwazên malbata Dînk, parêzerên wî yên berfirehkirina lêpirsînê bi awayekî sîstematîk hatin redkirin. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê daraz ne îro demekî dirêje bûye siyasî. Di biryarên darazê de li gorî feraseta hiqûqê ya navnetewî tev nayê gerandin. Berovajiyê wê bi sedemên netew û dewletê diparêzin tevdigerin. Piştî cînayeta Dînk jî her tim di çarçoveya wê ferasetê de hate tevgerandin.”   ‘FAŞÎSTEKÎ ME YÊ KU BIKARE DI MHP’Ê DE NAVDAR BIBE ÇÊBÛ’   Estûkyan, îşaret bi xetere û encamên ku berdana Samast bi xwe re tîne kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji milet û welat re bi xêr be. Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû. Heke vê yekê baş binirxîne dê sibê weke karmendekî kariyera xwe temamkiriye derkeve piyaseyê, bi qertvîzîta xwe bikare xeracê bigire.”   MA / Îbrahîm Irmak