Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da 2023-11-16 09:17:36   COLEMÊRG - Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali ku li gel dayikên aştiyê li Colemêrgê qeza kiribû û 56 roj bûn li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.    Dayikên Aştiyê jî di nav de li Colemêrg û navçeyên wê 23 kes di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Dayikên Aştiyê û endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Erdal Safali ji bo îfadeyê ji Geverê hatin Colemêrgê. Di dema vegerê de jî qeza kirin. Di qezayê de ji Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Cîhan Akçelîk û Erdal Safali jî bi giranî birîndar bûn.    Ji birîndaran Cîhan Akçelîk hêj negihandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Parêzer Erdal Safali jî li 85 roj bûn li Beşa Lênihêrîna Awarte ya Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê dihat tedawîkirin. Safali ku duh di saetên serê sibehê de mejiyê mir, jiyana xwe ji dest da.