ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-16 09:00:04     * Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwîşka wî Fatma Ocalan diyar kirin ku ew ji ber rewşa birayê xwe bi fikar in û ji bo rakirina tecrîdê banga beşdariya "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve kirin.    * Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku qeyûmên ji sala 2019’an ve hatine tayînkirin deynê şaredariyê ji 680 milyon TL’an derxistin milyar û 280 milyon TL’an.    * Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, 32 meh in agahî nayên girtin. Derket holê ku li Abdullah Ocala ji bo 6 mehan cezayekî nû yê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Bi hinceta “ewlehiyê” naveroka biryarê bi parêzeran re nehat parvekirin.   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 32 meh in agahî jê nayê girtin diyar kiribû ku di 17’ê mijdara 2009’an de hucreya wî hatiye guhertin û peyama “neaxive” dane wî û gotibû: “Ez li vir ji bo gel têbikoşim, dijîm. Wê her tim têkoşîna minî ya bi rûmet û jiyana ji bo gel hebe.”   * Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo îhaleya "karê stendina alayan" milyo û 385 hezar TL xerc kir.    * Hevserokê TÛAY-DER'ê Vahap Gunay ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 18'ê mijdarê de bê lidarxistin, got: "Ger dilê me û welatekî azad, aştîxwaz, ehlê heq, hiqûq û azadiyan hebe, divê em di vê çarçoveyê de girîngiya Meşa Gemlîkê fêm bikin."    * Dînamîtên ku ji bo çêkirina qûleyên leşkerî û rêyên nû li Çiyayê Cûdîyê tên teqandin, dibin sedema qirkirina ekolojiyê.    * Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê çapemeniya azad paşvetir çûye. Rojnamevan Şêroo Urmiye got: "Ger nûçe li gor bîrdoziya dewletê bin û derew bin jî, sûc nayên hesibandin. Lê berevajî wê wekî sûc tên qebûlkirin."    * Welatiyên ku piştî qedexeya derketina derve xaniyên wan xera bûn û 8 sal radestî wan nayên kirin pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Lê tevî encama hiqûqî jî xaniyên gelek welatiyan bi hinceta "komîsyon nerûniştiye" radestî wan nayê kirin. Welatiyên ku hatine mexdûrkirin bertek nîşanî nedayina xaniyan dan.    * Danişîna doza Hasan Karaslan ê hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe qetil kir dê sibê bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Guler Tûnç, bang li hemû jinan kir ku beşdarî danişînê bibin.   * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê bidome. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê bi rêxistinên navend û navçeyên Amedê re li Demîr Otelê bicive. Bakirhan dê dû re serdana dikandaran bike. (12.30-15.00) ZINDΠ   * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê li Edeneyê bi partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî re bicive. (10.30-19.00)   * HDK, HEDEP, DBP, TJA, Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ANYAKAY-DER, TUHAY-DER û NÇM dê têkildarî meşa ber bi Gemlîkê ve li avahiya HEDEP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Têkildarî Meşa Azadiyê ya li Gemlîkê bê kirin dê li gelek navendan civînên gel bên lidarxistin. (11.00-19.00)    * Şaredariya Silopiyayê dê li eywana konferansê aktîvîteya Dengbêjên Jin li dar bixe. (14.00)