Komeleya Wêjekarên Kurd: Em ê berxwedana nivîskarên di zindanan de berbiçav bikin 2023-11-15 18:41:57   AMED – Komeleya Wêjekarên Kurd di daxuyaniya xwe ya têkildarî 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanê de diyar kir ku nivîskarên ku li dijî zexta "nefikire û neaxive" gelê berxwedêr agahdar dike, rexneyan tîne ser pergala çelexwarî û îşaret bi têkoşîna civakî ya neteweyên bindest dikin, her tim rastî gefa "nava çar dîwaran" hatine.     Komeleya Wêjekarên Kurd, bi boneya “15 Mijdarê Roja Nivîskarên Di Girtîgehê De” ku di sala 1981’an de ji aliyê PENa Navneteweyî ve hatiye diyarkirin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser rewşa rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan û gotûn ku ew ê her tim piştgiriya berhem, çalakî û berxwedanên nivîskarên di zindanan de bikin û wan berbiçav bikin.   ‘HERÎ ZÊDE NIVÎSKAR, REWŞENBÎR Û ROJNAMEVAN RASTIYÊ ÊRIŞ Û TAHDEYÊ TÊN’   Metna daxuyaniyê wiha ye: “Wekî tê zanîn li seranserê cîhanê yên herî zêde rastî êrişan û tahdeyê hatine, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan in ku bêyî dudilî bibin bi pênûsa xwe tevdigerin û li ber xwe didin. Ji ber vê, her tim rastî dadgehên engîzîsyonê û şkenceyê hatine. Nivîskarên ku li dijî zexta "nefikire û neaxive" gelê berxwedêr agahdar dike, rexneyan tîne ser pergala çelexwarî û îşaret bi têkoşîna civakî ya neteweyên bindest dikin, her tim rastî gefa "nava çar dîwaran" hatine.    ‘EM Ê HER TIM PIŞTGIRIYA WAN BIKIN’   Ji feraseta serdema navîn heya niha, tu wextê zext û tahdeya faşîzan ya li ser rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan bi dawî nebûye û her çûye zêdetir bûye. Lewma PEN a Navneteweyî, di sala 1981'ê de 15'ê Mijdarê wekî Roja Nivîskarên di Zindanê de qebûl kiriye û her sal bi vê minasebetê bîranîn tên lidarxistin. Em Komeleya Wêjekarên Kurd jî, bi minasebeta vê rojê diyar dikin ku em ê her tim piştgiriya berhem, çalakî û berxwedanên nivîskarên di zindanan de bikin û wan berbiçav bikin.”