Rojnameger Candemîr ji doza ‘agahiyên nerast parve dike’ beraet kir 2023-11-15 15:47:15   VAN - Di doza rojnameger Oktay Candemîr de ku bi îdiaya “yekser agahiyên nerast parve dike” biryara beraetê hate dayîn.    Rojnameger Oktay Candemîr derheqê peywirdarên cemaweriyê yên jineke ciwan tacîz kirin nûçe çêkiribû û ji ber vê sedemê bi îdiaya “yekser agahiyên nerast” parve dike doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Wanê hate lidarxistin. Candemîr tev li danişînê nebû.    Dadgehê bi sedema “hêmayên sûc çênebûn” biryara beraetê da.