Bakirhan li Misircê bi girseyî hat pêşwazîkirin: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite 2023-11-15 13:16:59 SÊRT - Hevseroka Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re li navçeya Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan îro li Sêrtê ye. Bernameya Bakirhan a li Sêrtê dest pê kir. Bakirhan û şandeya pê re ewilî serdana navçeya Misircê kirin. Şande di ketina navçeyê de bi girseyî hat pêşwazîkirin. Şande paşê bi konvoyek mezin hat navenda navçeyê û ji Kuleya Saetê heta avahiya partiyê meşiyan. Xelkê li ser kolan û cadeyan eleqe û kêfxweşiya xwe nîşanî Bakirhan da. Di serdanê de dengê çepikan û lîlandinê jî qet kêm nebû.    Bakirhan axaftinek kurt kir û ji bo pêşwaziyê spasiya girseyê kir. Bakirhan bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurdan û destnîşan kir ku ji bo yekitî pêk were berpirsiyarî dikeve ser milê kê divê bike. Bakirhan û şandeya pê re piştî serdana li Misircê berê xwe dan navenda Sêrtê.