Wezîr Tunç têkildarî serlêdanên şexsî daxuyanî da 2023-11-15 12:38:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç got: “Mimkin nîne ku em ji mafê serlêdana şexsî ya ji bo AYM’ê vegerin.”    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana şexsî ya ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Tunç, got ku mimkin nîne ew mafê serlêdana şexsî ya ji bo AYM’ê ji holê rakin û ev tişt anî ziman: “Mafê serlêdana şexsî ya ji bo AYM’ê me anî. Di vê mijarê de jêvegereke me nîne.”