Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman 2023-11-15 10:26:36     RIHA - Girtiyê edlî Sedat Yamuktu ku ji bo tedawiya diran rakirin nexweşxaneyê hat îdiakirin ku di encama nexweşiya “rewşa wî giştî xera bûye, bêhntengî” jiyana xwe ji dest daye. Bavê wî Hîcrî Yamuktu got lawê wî bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.   Sedat Yamuktu (36) ê bavê sê zarokan li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê ya Jimara 2’yan ji sûcek edlî girtîbû. Hat diyarkirin ku Yamuktu di 7’ê mijdara 2023’yan de bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye. Yamuktu di tîrmeha 2023’yan de bi hinceta sûcê tiryakê tê girtin. Di 7’ê mijdarê de nexweş dikeve û bi ambulansê wî radikin beşa Venêrîna Awarte ya Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Hat diyarkirin ku Yamuktu di heman rojê de saet li derdora 23.45’an jiyana xwe ji dest dide. Mirina ku pêk hat di qeydan de wek, “rewşa wî ya giştî xera bûye, bêhntengî” hatiye nivîsandin. Cenaze piştî karûbarên otopsiye roja 8’ê mijdarê li Goristana Asrî ya navenda Rihayê hat veşartin.    ‘LAWÊ MIN BI AWAYEK GUMAN MIRIYE’   Bavê Yamuktu, Hîcrî Yamuktu têkildarî mirina lawê xwe ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku lawê wî di encama mirinek bi guman de jiyana xwed ji desta daye û got: “Tu mirinek ku wê lawê min bibe mirinê nebû. Di 4’ê mijdarê de bi telefonê li min geriya û got ku diranê wî diêşe û dê wî sewqî nexweşxaneyê bikin. Em roja duşemê di 6’ê mijdarê de çûn hevdîtina vekirî. Lawê min nehat hevdîtinê. Gardiyanan got ku lawê te rakirine nexweşxaneyê. Em rabûn çûn nexweşxaneyê û me kir û nekir, destûr nedan em wî bibînin. Di heman rojê de lawê bi telefonê li min geriya û got ji ber ku diranê wî enfeksiyon girtiye wî rakirine nexweşxaneyê. Ez dîsa dibêjim tu tiştek lawê min nebû û ew bi awayek guman miriye. Min li nexweşxaneyê li cenaze nihêrî. Li ser mil û stûyê wî reş û şînbûn hebû. Lingê wî birîndar bû. Rûyê lawê min reş bûbû. Mir an jî wî kuştin ez nizanim. Lê li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.”   Hicri Yamuktu da zanîn ku ew ê ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê bide.    BERSIV NEDAN    Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê geriyan û dan zanîn ku agahîdayîn sûc e. Her çiqas me wek ajans xwest em bi rayedarek re biaxivin jî lê gotin midûrê girtîgehê li destûrê ye û pirsên me yên der barê mijarê de red kirin.    MA / Emrullah Acar