Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin 2023-11-15 09:11:15   ŞIRNEX - Wezareta Karên Navxweyî ku bersiva paşnûmeya parlementera HEDEP’ê Newroz Ûysal da, ragihand ku ji sala 2019’an û vir ve 40 milkên Şaredariya Cizîrê ji aliyê qeyûman ve hatine firotin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig jî bertek nîşanî vê da û got: "Qeyûm hemû avahiyên dîrokî yên navçeyê ji hin komên mezheban re veqetandine.”   Di hilbijartina xwecihî ya sala 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi rêjeyeke mezin Şaredariya Cizîr ya Şirnexê bi dest xist. Lê belê di 11’ê îlona 2016’an de Wezareta Karên Navxweyî Qeymeqamê wê demê Ahmet Adanur wekî qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê kir. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Cizîrê dîsa ji qeyûman girt. Lê belê di 29'ê cotmeha 2019'an dîsa qeyûm hat tayînkirin. Qeymeqamên tayînkirî hem şaredariyê di bin deynan de hiştin hem jî mal û milkên şaredariyê bi bihayên li gorî dilê xwe firotin.    Di nava 5 salên dawî de 4 qeymeqamên Cizîrê di dîrokên cuda de, wekî qeyûm tayinî Şaredariya Cizîrê hatin kirin. Qeyûman avahiya xizmetê ya şaredariya kevn, Mala Dengbêjan û xeraca navçeyê jî di nav de 40 cihên aidî şaredariyê firotin.   WEZARETÊ BERSIV DA    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ku ji bo Wezareta Karên Navxweyî bersivê bide, pêşniyazpirsek da parlamentoyê. Ûysal li aqûbeta Mala Dengbêjan a ku ji bo Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî hatiye veqetandin pirsî. Ûysal pirs kir ku heta niha ji aliyê qeyûman ve çend cih ji saziyên cuda re hatine veqetandin an jî hatine firotin. Bersiva Wezareta Karên Navxweyî  ya ji bo pêşnûmeyê jî wiha ye: "Ji hilbijartinên giştî yên rêveberiya herêmî yên 31'ê Adara 2019'an heta 20'ê Cotmeha 2023'an 40 mal û milk hatin firotin." Her wiha Wezaretê  diyar kir ku wezaretê daxwaz kiriye ku Mala Dengbêjan ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve ji wan re were veqetandin. Wezaretê diyar kir ku ji ber ku ji bo avakirina lîseya Hunerê li Cizîrê avahî tune bûye, ji ber wê Mala Dengbêjan hatiye veqetandin.    ‘EV DÊ HESAB BIDIN’    Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin anî ziman ku qeyûm xebatkarên şaredariyê û milkên şaredariyê xistine bin xizmeta emniyet û miftî û wiha got: "Çiqas xebatkarê şaredariyê hebin hemû niha di bin xizmeta qeymeqam, miftî û emniyetê de ne. Wekî ku ne xebatkarê şaredariyê, xebatkarê emniyetê, yê îdareya bajar a taybet û saziyên din in. Personelên şaredariyê ji xeynî xebata şaredariyê her kareke dikin. Çiqas amûr û maşîneyên şaredariyê hene jî hemû niha di bin xîzmeta AKP'ê û MHP'ê de ye. Tenê ji AKP'ê û MHP'ê re kar dike. Traktorek, kepçeyek yan jî çi tişteke şaredariyê hebe divê ku di bin xîzmeta gel de be. Lê hemû wesayit û amûrên şaredariyê di bin xîzmeta polîs û cerdevanan de ye. Beriya niha wesayiteke şaredariyê ya ku tahsîsî emniyetê hatibû kirin li ciwanekî xist û bû sedemê mirina wî. Xwe weke waliyeke ku ji aliyê padişaheke ve hatine tayinkirin dibînin. Mala Dengbêjan jî tahsîsî saziyeke hate kirin. Da ku bikin amûrê pişavtina çanda kurd tahsîskirin. Komkujî ne kuştina hin kesane, komkujî ji holê rakirina çand, ziman û nasnameya gelan e. Di demên pêşiya me de hilbijartinek heye. Qeyûm niha dest bi xebata ku li ku derê avahiyek, araziyeke ku aidî şaredariyê hebe bifiroşe da ku kesên bên hilbijêrin nekarîn bixebitin. Lê îktîdara AKP'ê û MHP'ê û ew kesê ku îro xîzmet ji polîtikaya wan re kirine dê hesab bidin û dê bên darizandin."    MA / Zeynep Durgut