ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-15 09:00:21     * Hevserokê HEDEP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e û anî ziman ku divê şert û mercên fizîkî yên Ocalan bên avakirin.    * Malbata girtî Yusuf Şahîn diyar kir ku her girtîgeh bi pergaleke cuda ya îşkenceyê tê birêvebirin û got: "Li girtîgeha tîpa S'yê silavkirina hev a girtiyan û malbatan qedexe kirin e. Dema em silav didin girtiyan jî gardiyan me hişyar dikin.”    * Li Îranê li gor daneyan, di 10 mehên ewil ên vê salê de 15 jê jin 646 kes hatine darvekirin. Dîrektorê Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amîry-Moghaddam, anî ziman ku piştî bala cîhanê çû ser şerê li Xezeyê, darvekirinên li Îranê jî bi awayekî dramatîk zêde bûne.    * Hevserokê OHD a Êlihê Şîrîn Şen got: "Hemû şaxên darazê bûne şirîkê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê. Bêhiqûqîtiyê welêt xitimandiye."    * Îsal dê careke din ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fizîkî ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin.    * Wezareta Karên Navxweyî ku bersiva  paşnûmeya parlementera HEDEP’ê Newroz Ûysal da, ragihand ku ji sala 2019’an û vir ve 40 milkên Şaredariya Cizîrê ji aliyê qeyûman ve hatine firotin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig jî bertek nîşanî vê da û got: "Qeyûm hemû avahiyên dîrokî yên navçeyê ji hin komên mezheban re veqetandine.”   * Edîtorê Rojnewsê Binary Hîdayet da zanîn ku rojnameger Suleyman Ehmed ji merasîma cenazeyê bavê xwe vedigeriya, ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û wiha got: “Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne.”   * Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan dê li Sêrtê beşdarî hevdîtina bi gel re bibe û êvarê jî li Amedê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civîn li dar bixe. (12.00-18.30) ZINDΠ   * Li Dêrsim û Mêrsînê dê ji bo Seyîd Riza û hevalên wî bernameyên bîranînê bên lidarxistin. (13.00-15.30)   * HEDEP li Riha, Şirnex û Enqereyê dê civînên gel li dar bixe. (14.00-17.30)   * Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûmê ser şaredariyê dê daxuyanî bê dayîn. (14.00)   * Şanoya Bajêr a Amedê dê lîstika xwe ya "Wê hesap neyê dayîn" li avahiya şaredariya Silopiya bide nîşandan. (19.00)