Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye 2023-11-14 21:49:38 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari di serdana xwe ya li Weqfa Çandê ya Hacî Bektaş Velî de wiha axivî: "Ev welat yan dê bêtir paşde biçe yan jî em ê bi hev re rêya rizgariyê bibînin. Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye."   Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari, Endamê MYK'ê Yuksel Mutlu û parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît serdana Weqfa Çandê ya Hacî Bektaş Velî kirin. Şande ji aliyê Serokê Weqfa Çandê ya Hacî Bektaş Velî Ercan Geçmez û rêveberên weqfê ve hat pêşwazîkirin.   Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari di serdanê de axivî û wiha got: “Di vê serdemê de jî em dixwazin weke demên borî têkiliyên xwe bi Elewiyan re pêş bixin. Gel û baweriyên cuda yên li vî welatî, bi taybetî jî civaka Elewî, civakeke rêxistinkirî ye. Li dijî vê hegemonyaya îdeolojîk a AKP’ê divê xeteke têkoşîneke gelekî xurt bişopînin. Ev pêwîst e, ji ber ku ew destwerdana jiyana me ya kesane dikin. Ev welat yan dê bêtir paşde biçe yan jî em ê bi hev re rêya rizgariyê bibînin. Ji bilî têkoşîna bihevre rê tune ye.”   Ercan Geçmez jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û wiha got: “Elewî pêşniyar dikin ku ol ji jiyana siyasî bê derxistin. Ev desthilatdarî hewl dide li gorî xwe teşeyê bide Elewîtiyê. Tirkiye ji demokrasiyê bawer nake. Di aboriyê de rewşeke pir xerab heye. Her roj her tişt zêde dibe. Her roj mirov li kolanan tên kuştin. Li hemberî van hemûyan jî tu çalakî nayê kirin. Tirkiye di dema êrîşên Xezeyê de aştîxwaz xuya dikir, lê naxwaze pirsgirêkên xwe çareser bike. Ji bo aştiya li cihekî, divê beriya her tiştî mirov aştiyê di nava xwe de bijî."